Li gundewarê Reqayê êrîşa çekdarî: 2 sivîl hatin qetilkirin
2 êrîşkar êrîşî bendeke kontrolê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a li rojhilatê Reqayê kir, di encamê de 2 sivîlên li ser bendê bûn hatin qetilkirin. Her wiha êrîşkarek hat kuştin.
2 êrîşkar êrîşî bendeke kontrolê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a li rojhilatê Reqayê kir, di encamê de 2 sivîlên li ser bendê bûn hatin qetilkirin. Her wiha êrîşkarek hat kuştin.
Li dijî benda kontrolê ya Menaxir a li gundewarê rojhilatê kantona Reqayê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 2 kesên li ser motorsiklêtê siwar bûbûn, êrîşek çekdarî pêk anîn.
Hate diyarkirin ku dema sivîlek di benda kontrolê re derbas dibû çekdaran êrîş kir, di encamê de 2 sivîl hatin qetilkirin. Lê tu agahiyên der barê qurbaniyên dîtir de bi dest neketine.
Endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên li ser benda kontrolê bersiva êrîşkaran da, bi ser êrişkarekî de girt û ew kuşt, li kêlek wê jî çek û motorsiklêt jî desteser kir.