Şervanên QSD'ê Tofan Dêrik (Diyar Mûsa) Çiya Girkê Legê (Hesen Enes Îbrahîm) û endamên Hêzên Asayîşê Şervan Mihemed, Hesen Murad Murad û Terhan Ehmed Hacî yên ku di navbera 17-18'ê Çileya îsal (2026) de şehîd bûne, îro bi merasîmekê li Pakrewangeha Şehîd Xebat Dêrik hatin veşartin.
Merasîma cenaze ji aliyê Meclîsa Malbatên Şehîdan a bajarê Dêrikê ve hat lidarxistin. Girseyeke mezin a şêniyên Dêrik, Girkê Legê û Çilaxayê beşdar bûn.
Girseyê cenazeyên şehîdan ji Nexweşxaneya Şehîd Hogir a Dêrik wergirtin û bi karwanekî ber bi Pakrewangeha Şehîd Xebat ve çûn. Dema gihişt pakrewangehê ji aliyê şêniyan û malbatên şehîdan ve bi dirûşmên "Şehîd Namirin" hat pêşwazîkirin.
Li pakrewangehê merasîm bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir. Piştre endama Meclîsa Malbatên Şehîdan Nûrşan Berekat axivî. Nûrşanê bal kişand ser keda şehîdan a di parastina herêmê de û got: "Dilê me ji ber şehadeta zarokên me diêşe, lê di heman demê de israra me ya domandina berxwedan û têkoşîna ji bo pêkanîna xeyalên wan zêdetir dibin. Em gelê Kurd aştî, edalet û azadiyê dixwazin û li hemberî pergalên desthilatdar têdikoşin."
Nûrşan Berekat anî ziman ku wateya şehadetê ji wateyên herî mezin ên girêdayî azadiya gelê Kurd e û diyar kir ku bi saya şehîdan gel bi azadî û aramî dijî.
Di merasîmê de endamê Meclîsa Kongreya Îslama Demokratîk a Dêrikê Mahsûm Dêrşoyî banga şopandina rêya şehîdan kir û ev li gotinên xwe zêde kir, "Dema em dibêjin şehîd namirin, ev tê wateya ku divê em wan bi bîr bînin û her timî di rêya wan de bimeşin."
Ji rêveberên Asayîşa Girkê Legê Ehmed Fedîle got: "Divê em ji bîr nekin ku em bi saya şehîdan hene. Jibîrkirina şehîdan sûc e. Divê em keda wan timî bi bîr bînin.''
Piştî axaftinan wesîqeyên şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.
Cenazeyên şehîdan bi dirûşman hatin veşartin.
Şervanên QSD'ê Tofan Dêrik (Diyar Mûsa) 17'ê Çileya îsal li Dêrik, Çiya Girkê Legê (Hesen Enes Îbrahîm) 18'ê Çileyê îsal li herêma Kisratê şehîd bûn. Her wiha endamên Hêzên Asayîşê Şervan Mihemed, Hesen Murad Murad û Terhan Ehmed Hacî 18'ê Çileyê li ser rêya Ebyedê şehîd bûn.