Li Dêrazorê rûspiyek û hevjîna wî hatin qetilkirin
Li gundewarê kantona Dêrazorê çekdarên nenas rûspiyekî êla El Bû Salih (Begara) û hevjîna wî hatin qetilkirin.
Li gundewarê kantona Dêrazorê çekdarên nenas rûspiyekî êla El Bû Salih (Begara) û hevjîna wî hatin qetilkirin.
Ji rûspiyên êla El Bû Salih (Begara), Şêx Mûsa Ezîz El Xelef û hevjîna wî di êrîşa çekdarên nenas de hatin qetilkirin.
Li gorî agahiyên şahidan, Şêx Mûsa Ezîz El Xelef û hevjîna wî dema ku bi erebeyê ji bajarê Cezayê vedigeriyan gundê xwe (Ezman) ê rojavayê bajarê Bû Xeşeb ê kantona Dêrazorê hatin gulebarankirin.
Şêniyan dane zanîn ku du kes li motorsîklêtê bûn, gule li erebeyê reşandin û wan qetil kirin. Heya niha tu kesî êrîş negirtiye ser xwe.
Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Kantona Dêrazorê der barê êrîşê de lêkolîn daye destpêkirin.