Li Dêr Hafirê bêdengî serwer e
Piştî bombebarana dijwar a hêzên hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê ya li ser Dêr Hafirê, li herêmê bêdengî heye.
Piştî bombebarana dijwar a hêzên hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê ya li ser Dêr Hafirê, li herêmê bêdengî heye.
Li hemû eniyên Dêrhafirê ya kantona Tebqa bêdengî serwer bûye. Bi taybet piştî deriyê têketina bajar ê li ser rêya Reqa-Helebê ji aliyê hêzên hikumeta veguhêz ve hate topbarankirin. Di encama topbaranê de metirsiya ewlehiyê di nava welatiyan de çêbû.
Dêrhafir ev çend car e bi balafirên bêmirov tê bombebarankirin. Di şeva 21’ê Îlonê de li gundê Um El Tîne ya Dêrhafirê komkujî pêk hat, di encamê de 8 sivîl şehîd bûn.
Li eniya gundê El Babîrê jî di encama êrişan de 2 sivîl birîndar bûn.
Di êrişên 5’ê Cotmehê de jî sivîlek, 3 şervanên QSD’ê û 4 endamên Hêzên Ewlekariya Hundir birîndar bûn.