Li bejahiya rojhilatê Dêrazorê sivîlek hate kuştin
Li Kantona Dêrazorê kesek ji aliyê hin êrişkarên nenas ve hate kuştin.
Li Kantona Dêrazorê kesek ji aliyê hin êrişkarên nenas ve hate kuştin.
Xelef Emaş El Hesen (39) ê ji bajarokê Ebû Hemam û ji eşîra El Keraan beşa El Nehab e, piştî jenartor vedimirand û vedigeriya mala xwe hat qetilkirin.
Şahidan diyar kirin çekdarên ser motorsîklêtê bûn gule li El Hesen reşandin û di cih de hat kuştin. Her wiha diyar kir ku çekdar piştî bûyerê reviyan.