Li bakurê Tişrînê şerekî dijwar rû dide

Hate ragihandin ku li bakurê herêma Tişrînê di navbera dewleta Tirk a dagirker, çeteyên wî û şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê de şerekî dijwar rû dide.

BERXWEDANA TIŞRÎNÊ

Li gorî agahiyên ajansa Nûçeyan a ANHA’yê hêzên dagirker ên Tirk  û çeteyên wî niha êrîşî gundên Bendava Tişrînê dikin.

Hate ragihandin ku Şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê û YPJˈê jî bersiva êrîşan didin û şerekî dijwar li herêmê rû dide.