Li Şedadê û Tebqayê êrîşên li ser bendên kontrolê: 5 şehîd

Fermandariya Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ragihand ku li Şedadê û Tebqayê di êrîşên li ser bendên kontrolê de 5 endamên wan şehîd bûne.

Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê der barê êrişên komên çekdar ên li dijî nuqteyên hêzên ewlekariyê yên li bajarên Tebqa û Şedadê de daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de ev tişt hatine gotin: "Komeke terorîst duh sibeha (14 Tîrmeh) li bajarê Tebqayê êrişî du nuqteyên hêzên me kirin. Di encamê de 5 endamên me birîndar bûn. Li bajarê Şedadê jî li dijî bendeke ewlehiyê ya hêzên me êrişeke nemerdane hat kirin, di encamê de 5 endamên me şehîd bûn.

Kiryarên bi vî rengî yên li dijî hêzên me hewldaneke ji bo têkbirina aramiyê û belavkirina tevliheviyê ye. Ev kiryar wê me ji erka me ya parastina civaka me û ewlehiya wê dûr nexe. Em dê ji bo têkbirina hemû projeyên dijminane yên bi armanca derxistina tevliheviya li gelemperiya Sûriyeyê û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi taybetî hemû hewldanan bikin. Hêzên me ji bo aşkerakirina nasnameya koma êrişkar û alîgirên wê lêkolîneke berfireh daye destpêkirin.

Em Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şîfaya lezgîn ji birîndarên xwe re dixwazin, ji xwe û ji malbatên şehîdên me yên leheng re sersaxiyê dixwazin. Em soz didin şehîdan ku em ê şopdarên rêya wan bin, em ê destkeftiyên şoreşê û rêgezên gelê me yên di rêya wê berdêl dane, biparêzin."