Li Şamê li dijî dêrê êrîş: Herî kêm 15 kesan jiyana xwe ji dest da

Di encama êrîşa xwekujî ya li dijî Dêra Mar Îlyas a li Şamê de, 15 kesan jiyana xwe ji dest da.

Li dijî Dêra Mar Îlyas a li herêma Diwêla yê Şamê êrîşa xwekujî hat lidarxsitin. Li gorî agahiyan, xwekujekî di hundirê dêra Mar Îlyas de xwe teqand.

Hat ragihandin ku xwekuj kemberek teqemenî li xwe kiribû û yekser kete dêrê û bi klaşînkovê kesên li dêrê gulebaran kir û piştre xwe teqand.

Di encama teqînê û gulebaranê de herî kêm nêzî 15 kesan jiyana xwe ji dest.