Partî bi navê “Ji bo me hemûyan cihek” (A Place for Us All) hate avakirin. Partî li bajarê Nazareth hate danasîn ku piranî welatiyên Îsraîlê yên eslê xwe ji Fîlîstînê, lê dijîn. Partî li ser esasê aştî, wekhevî, edaleta civakî û têkoşîna li dijî tundiyê armanc dike ku welatiyên Yahudî û Ereb li ser zemînekî siyasî yê hevpar bîne ba hev.
Hevdîrektora tevgera hevpar a Îsraîl-Fîlîstînê Standing Together, Rula Daoud û Alon-Lee Green wê hevserokatiya partiya nû bikin. Di daxuyaniya partiyê de hate diyarkirin ku Rula Daoud niha yekane lîdera jin a ku serkêşiya partiyeke siyasî dike ye.
Welatiyên Îsraîlê yên ku eslê xwe ji Fîlîstînê nêzî ji sedî 21’ê nifûsa Îsraîlê ne û weke Erebên Îsraîlê jî tên pênasekirin, diyar dikin ku ev demek dirêje ew rû bi rûyê cihêkariyê dimînin.
Rula Daoud di civîna danasînê ya partiyê de axivî û bal kişand ser krîzên civakî yên li welêt. Rula Daoud got, “Em ji bo rizgarkirina civaka xwe di kêliya dawî de ne. Divê em ne tenê tiştên ku em li dijî ne, divê em nirxên diparêzin jî deynin holê.”
Di bernameya partiyê de sernavên mîna têkoşîna li dijî tundî û sûc, bihabûna jiyanê, krîza avahiyan û destekkirina peymaneke aştiya mayînde ya navbera Îsraîl-Fîlîstînê derdikevin pêş.
Hevserok Alon-Lee Green jî bang li hêzên muxalefetê kir ku li dijî koalîsyona di bin lîdertiya Serokwezîr Binyamin Netanyahû de, hevkariyê bikin.
Netanyahû ragihandibû ku wê di hilbijartinên mehên pêş de, car din bibe namzet. Avakirina partiya nû jî piştî vê daxuyaniyê hate ragihandin. Partî armanc dike ku di siyaseta Îsraîlê de Yahudiyan û welatiyên eslê xwe ji Fîlîstînê di platformeke siyasî ya hevpar de bîne ba hev.