Kongra Star: Divê Kurdî bi destûra bingehîn bê misogerkirin

Kongra Star li Kobanê daxuyaniyek da û diyar kir ku li hemberî înkarkirina Kurdî wê têbikoşin û heta ziman di Destûra Bingehîn a Sûriyeyê de bi qanûnê bê misogerkirin wê kar bikin.

Di çarçoveya çalakiyên bi boneya Cejna Zimanê Kurdî de Kongra Star li Qada Jina Azad a Kobanê daxuyanî da. Daxuyanî ji aliyê seroka Desteya Jinan a bajarê Kobanê Macîde Hesûn ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de 15`ê Gulanê li gelê Kurd hat pîrozkirin û hat gotin: "Di dîrokê de gelê Kurd rastî qirkirin û tunekirinê dihat. Mafê gelê Kurd ê ku bi kurdî biaxive tune bû.”

Daxuyaniyê wiha dewam kir: “Tu carî em qebûl nakin careke din zimanê kurdî were tunekirin. Bi hezaran keç û xort şehîd bûn ji bo ku em bikarin bi zimanê xwe, çanda xwe bijîn.”

Kongra Star di daxuyaniyê de diyar ku “em ê li ber xwe bidin heta kêliya dawiyê ku zimanê xwe yê kurdî di destûra Sûriyeyê de bi cih bikin.”

Çalakî bi dirûşmên "Bê ziman jiyan nabe" bi dawî bû.