Komîteya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Şamê ye

Komîteyeke leşkerî û ewlekariyê ya ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li paytexta Sûriye Şamê ye.

Êvara Yekşemê komîteyeke ewlekarî û leşkerî ya ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gihîşt paytexta Sûriye Şamê. Tê payin ku komîte bi rayedarên ewlekarî û leşkerî yên li wezaretên karên hundir û parastinê yên Hikumeta Veguhêz a Sûriyeyê re hevdîtinan bike.

Li gorî agahiyan, di civînên îro de wê mijarên leşkerî û ewlekariyê bêne nirxandin.

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Mazlûm Ebdî ragihandibû ku komîteyeke leşkerî û ewlehiyê dê di demek nêzîk de biçe Şamê.