BI DÎMEN

Jinên Dêrikê: Em ê Rojava ku bi xwîna me hat avakirin, biparêzin

Li bajarê Dêrik ê Kantona Cizîrê, jinên ku di çarçoveya şerê gel ê şoreşgerî de çek rakirin, diyarkirin ku ew ê Rojava ku bi zarok, hevser û xwişk-birayên wan hate avakirin, biparêzin.

Êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk û çeteyên HTŞ-DAÎŞ’ê li dijî Kurdan dewam dikin. Welatiyan di çarçoveya şerê gel ê şoreşgerî de, ji bo parastina tax, gund û bajarên xwe çek radikin.

Li bajarê Dêrik ê Kantona Cizîrê, jinan di çarçoveya xweparastinê de, ji bo parastina taxên xwe çek rakirin. Jinên ku li hev kom bûn û çek rakirin, bang li hemû jinên Rojava kirin ku tax û Rojavayê biparêzin.

Jinan wiha gotin: “Rojava bi xwîna, zarok, hevser û xwişk-birayên me hat avakirin. Rojava ya me ye. Bila dijmin nebêje em ê Rojava tune bikin, ji me re jî bimîne em ê Rojava biparêzin. Bijî Kurd û Kurdistan.”