Ji bo ‘Mafê Hêviyê’ ber bi Strasbourgê ve

Kurd û dostên wan ên ku li Ewropayê dijîn, beriya civîna Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ji bo ‘Mafê Hêviyê’ ber bi Strasbourgê ve dimeşin. Hevserokê KCDK-E Engîn Sever, bang li Kurdên diasporayê kir ku tevlî çalakiyê bibin û helwesta xwe nîşan bidin.

Hevserokê KCDK-E Engîn Sever, ragihand ku ew ê beriya civîna Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ku dê di navbera 9-11’ê Hezîranê de were lidarxistin, li Strasbourgê ji bo ‘Mafê Hêviyê’ du roj çalakî lidar bixin. Sever, bang li gelê Kurd û dostên wan kir ku beşdarî çalakiyê bibin.

ROJEVÊN SEREKE YÊN PÊVAJOYÊ

Sever, diyar kir ku biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê ya 2014’an a li ser "Mafê Hêviyê" demek dirêj e nehatiye bicîhanîn û destnîşan kir ku bi pêşketinên dawî yên di derbarê çareseriya pirsgirêka Kurd de, ev mijar careke din bûye mijareke sereke ya rojevê.

'MAFÊ HÊVÎYÊ' DI ROJEVÊ DE YE’

Sever ê ku ji Rojnameya Yenî Ozgur Polîtîka re axivî, diyar kir ku welatên Ewropî û YE’yê daxuyaniyên piştgirîkirina pêvajoyê dane, lê ev yek veneguheriye gavên şênber. Sever, anî ziman ku wan agahiya dibe ku mijara "Mafê Hêviyê" di civînên Komîteya Wezîran ên 9-11’ê Hezîranê de bi berfirehî neyê destgirtin, wergirtine.

LI STRASBOURGÊ ÇALAKIYA DU ROJÎ

Sever, diyar kir ku ew ê ji ber vê yekê li Strasbourgê çalakiyek du rojî lidar bixin û destnîşan kir ku Tevgera Azadiya Kurd li ser banga Rêber Apo di demên dawî de gavên dîrokî avêtine. Sever, bi bîr xist ku Tevgerê têkoşîna xwe ya çekdarî bi dawî kiriye, xwe fesixkiriye û gavên ber bi pêvajoyek aştiyê ve avêtiye, lê tevî vê yekê jî gavên beramberî yên berbiçav nehatine avêtin.

DI 10’Ê HEZÎRANÊ DE MÎTÎNGEKE GIRSEYÎ

Sever derbarê bernameyê de agahiyên jêrîn parve kir:

Di 9’ê Hezîranê de, dê li ber Konseya Ewropayê daxuyaniyek çapemeniyê were dayîn. Saziyên siyasî yên Kurd, partî, siyasetmedarên sirgûnkirî û parlamenter dê daxuyaniyek hevpar bidin.

Di 10’ê Hezîranê de, dê mîtîngek girseyî bi beşdariya Elmanya, Fransa, Belçîka, Hollanda û Swîsreyê were lidarxistin. Di mitîngê de dê daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û bicîhanîna biryarên DMME’yê were kirin.

DOSYAYEK JI KOMÎTEYA WEZÎRAN RE TÊ PÊŞKÊŞKIRIN

Sever, diyar kir ku dosyayên derbarê tecrîda 27 salan a ji bo Rêber Apo hatine amadekirin dê ji endamên Komîteya Wezîran û parlamenteran re werin pêşkêş kirin. Engîn Sever, her wiha diyar kir ku dê gelek civîn werin lidarxistin û ew bawer dikin ku zexta civakî dê encam bide.

DIVÊ 3 MÎLYON KURD HELWESTA XWE RABER BIKE

Sever, diyar kir ku azadiya fîzîkî ya Rêber Apo daxwazek bingehîn a gelê Kurd e û bang li Kurdên li dîasporayê bi taybetî jin û ciwanan kir ku li her deverê ku lê bin beşdarî çalakiyan bibin.

NOBET DIKEVE SALA XWE YA 15’EMÎN

Engîn Sever, her wiha got ku dê ji bo salvegera 15’emîn a nobeta azadiyê ku ji 25’ê Hezîrana 2012’yan vir ve li Strasbourgê tê lidarxistin, çalakî werin organîzekirin. Sever, diyar kir ku dostên Kurdan, siyasetmedar, akademîsyen û komên cuda dê di van çalakiyan de daxuyaniyên hevpar bidin.