Derbarê Koç lêpirsîn hate destpêkirin

Serdozgeriya Komarê ya Îzmîrê derbarê Rahmî Koç ji ber gotinên nîjadperestiyê lêpirsîn da destpêkirin. Rahmî Koç jî bi daxuyaniyekî lêborîn xwest.

Derbarê Rahîm Koç ku duh li nexweşxaneyeke Îzmîrê derbarê jinên Kurd gotinên zayendperest û nîjadperest kiribûn, lêpirsîn hat destpêkirin. Wezaretê Dadê Akin Gurlek bertek nîşanî gotinên Rahmî Koç da û da zanîn ku Serdozgeriya Komarê ya Îzmîrê derbarê Rahmî Koç de lêpirsîn daye destpêkirin.

Akin Gurlek bi lêv kir ku edalet li gor statuya mirovan tevnagere û ew gotinên rûmeta jinan binpê dike qebûl nakin.

Li ser hesabê medyaya dîjîtal a Koç Holding, Rahmî Koç daxuyanî da û lêborîn xwest.