Li Qadirkerem êrîşa çekdarî

Li gundê Xornewezan ya li sînorê navçeya Qadirkerem êrîşa çekdarî li dijî komeke ciwanan pêk hat û di encamê de sê hatin kuştin û yek jî birîndar bû.

Saetên derengiya şeva borî, li gundê Xornewezan a ser bi navçeya Qadirkerem a li sînorê bajarokê Çemçemal a parêzgeha Silêmaniyê, komek ciwanên ji bo geştyariyê berê xwe dabûn herêmê, hatin gulebarankirin.

Li gorî agahiyan di encama bûyerê de sê kes hatine kuştin ku du jê birayê hev in û kesek din jî birîndar bûye.

Têkildarî sedema bûyerê, heta niha ti aliyên fermî û peywendîdar daxuyaniyek fermî nedane.