Ji bo diyarkirina nûnerên Hesekê û Kobanê komîsyon hatin avakirin

Ji bo diyarkirina nûnerên Hesekê û Kobanê (Rojava) yên il Parlamenta Sûriyeyê komîsyonên hilbijartinê hatin wezîfedarkirin.

Yek ji xalên hevdîtinên li ser peymana 29'ê Çileyê ya navbera QSD û Hikumeta Demkî, temsîliyeta Hesekê û Kobanê li Parlamenta Sûriyeyê (Meclîsa Gel) e.

Di vê çarçoveyê de beriya niha li Hesekê, Kobanê û Şamê hin hevdîtin hatin kirin. Hejmara parlamenterên ku herêmê temsîl bikin weke 10 kes hatin diyarkirin.

Piştî hevdîtina dawî li Hesekê, Qamişlo, Dêrik û Kobanê komîsyonên hilbijartinê hatin avakirin.

Hate ragihandin ku komîsyonên wezîfedarkirî wê serlêdanên ji bo namzetiyê qebûl bikin û piştî serlêdanan di navbera namzetan de hilbijartinê bikin û nûnerên bêne diyarkirin wê li Şamê herêmê temsîl bikin.

Li ser temambûna dema serlêdanê û pêkhatina hilbijartinê hîn daxuyaniyeke fermî nehatiye dayin.