Hêzên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê 2 ciwan revandin

Hêzên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê 2 xortên din ên ji taxa Şêxmeqsdû û Eşrefiyê yên Helebê revandin.

Di çarçoveya binpêkirinên rojane yên li dijî şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê de ji hêla endamên hikumeta veguhêz ve, endamên hikumetê îro 2 ciwan revandin û ber bi cihekî nediyar ve birin.

Hêzên hikûmeta veguhez a Sûriyeyê li ser rêbenda kontrolê ya Ewarid û li pêş Parka Zîraa (çandiniyê) ya li derdora başûrê taxa Şêxmeqsûdê 2 ciwan xistin erebeyeke leşkerî ya spî û ber bi cihekî nediyar ve birin.

Ev kiryar, li gorî benda 3ˊyemîn a peymana 1ˊê Nîsanê binpêkirina eşkere ye.

Beriya 2 rojan, endamên hêzên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê, ciwanê bi navê Ebdo Merwan Şêxo li ser rêbenda kontrolê ya Suryan a li hember Dibistana Kelîme revandibû û li hember berdanê 10 hezar dolar ji malbatê xwestibû.