Hêzên girêdayî hikûmeta demkî zarokek qetil kirin û 2 birayên wê birîndar kirin

Hêzên Ewlekariya Giştî yên girêdayî Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê li Humsê malek gulebaran kirin. Di bûyerê de Culyana Mehmûd Idrîs a 10 salî jiyana xwe ji dest da û 2 biyarên wê birîndar bûn.

Şeva 15’ê Tebaxê li gundê Til Sarîn ê herêma Til Kelex a bajarê Humsê ji aliyê Hêzên Ewlekariya Giştî ya Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê ve malekî hate gulebaran kirin.

Li gorî agahiyên şahidan, dema ku 3 xwişk û bira li şaneşîna mala xwe dirûniştin di encama gulebarana hêzên ewlehiyê de Culyana Mehmûd Îdrîs a 10 salî jiyana xwe ji dest da. Birayên Culayana Elî Îdrîs (12) û Silêman Îdrîs (15) jî di encama êrîşê de birîndar bûn.

Piştî bûyerê şêniyên gund bertek nîşanî vê êrîşa li dijî zarokan dan. Şêniyan xwestin dawî li hedefgirtina sivîlan were anîn û werin parastin.