Hêzên Şamê li Şêxmeqsûdê ciwanek revand

Hêzên girêdayî hikûmeta veguhêz a Şamê, li Taxa Şêxmeqsûd Helebê ciwanekî din revand.

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyeyê ragihand ku çekdarên hêzên Hikûmeta Veguhêz 7’ê Cotmehê roja Sêşemê li taxa Şêxmeqsûd a Helebê ciwanê bi navê Mihemed Fadil Mihemed ê 18 salî revandiye.

Hate ragihandin ku Mihemed Fadil Mihemed ji bajarê Şêran ê Efrîna dagirkirî ye û li taxa Şêxmeqsûd a Helebê dima.

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyeyê ragihand ku aqûbete Mihemed nayê zanîn û hê jî jê agahiyek nehatiye wergirtin.

Li heman taxê di 7’ê Cotmehê de heman bûyerê rû dabû. Ciwanê 17 salî yê bi navê Îmad Arif Horê jî ji aliyê hêzên Hikûmeta Veguhêz a Sûriyeyê ve hatibû revandin. Hê jî aqûbeta Horê nayê zanîn.

Malbata ciwanê hatiye revadin, diyar kir ku Hikûmeta Veguhêz a Sûriyeyê ji ewlehiya zarokê wan berpirsiyar e û bang kir ku tavilê ew werin berdan.