Hêzên Şamê car din êrîşî Siwêdayê kirin

Hêzên hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê êrîşî nuqteyên Hêzên Parastina Nîştimanî ya Siwêdayê kirin.

Hêzên Parastina Nîştimanî ya Siwêdayê ragihand ku hêzên hikumeta veguhêz berbanga vê sibehê nuqteyeke wan bombebaran kir.

Hêzên Parastia Nîştimanî ya Siwêdayê diyar kir ku hêzên hikumetê veguhêz bi 2 dronan êrişî benda wan a li ser rêya Çerxerêya Umran – Welga ya bakurê rojavayê Siwêdayê kir.

Der barê encamên bombebaranê de agahî nehatin bidestxistin.

27’ê Îlonê hêzên hikumeta veguhêz bi droneke xwekujî êriş gundê Mecdel ê Siwêdayê kiribû. Di encamê de sivîlek û şervanekî hêzên parastina nîştimanî ya Siwêdayê birîndar bûn.

Hêzên Parastina Nîştimanî yên Siwêdayê diyar kir ku hêzên hikumeta veguhêz bi çekên giran êrişî deverên Kenakir û nuqteyên hêzên wan kir.