Hevdîtina Rêveberiya Xweser û Hikumeta Demkî taloq bû
Hevdîtina ku hatibû plankirin îro di navbera nûnerên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û rayedarên Hikumeta Demkî ya Sûriyeyê de li paytexta Fransa Parîsê bihata lidarxistin, taloq bû.
Hevdîtina ku hatibû plankirin îro di navbera nûnerên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û rayedarên Hikumeta Demkî ya Sûriyeyê de li paytexta Fransa Parîsê bihata lidarxistin, taloq bû.
Dihate plankirin ku di navbera nûnerên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û rayedarên Hikumeta Demkî ya Sûriyeyê îro hevdîtin li Fransayê bihata kirin. Beriya ku heyeta Rêveberiya Xweser bigihêje Fransayê, hate ragihandin ku hevdîtin taloq bûye.
Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) Nûnerê Fransayê yê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Kerîm Qemer anî ziman ku hatibû plankirin ku hevdîtin îro bê kriin, lê belê hatiye taloqkirin.
Li ser sedema taloqkirinê agahî nehate dayin.