Gelê Rojava ji bo parastinê hişyar e
Gelê Rojavayê Kurdistanê ji bo parastina tax û kolanên xwe hişyar e, tevgera li nava herêmê dişopînin, di nava seferberiyê de ye.
Gelê Rojavayê Kurdistanê ji bo parastina tax û kolanên xwe hişyar e, tevgera li nava herêmê dişopînin, di nava seferberiyê de ye.
Şêniyên Rojavayê Kurdistanê avakirina tabûrên parastina taxan li hember xeteriya li dijî hebûnê dewam dikin, li kolanan bendên kontrolê danîne, bi ruhê berpirsiyariya kolektîv û hevgirtina civakî tev digerin.
Rêveberiya Xweser li hember êrişên çeteyên hikumeta demkî, dewleta Tirk a dagirker û çeteyên DAIŞˊê seferberiya giştî ragihand û bang li şêniyan kir ku tev li "cena parastina rûmetê" bibin.
Ji 6ˊê Çileyê ve çeteyên HTŞ-DAÎŞ û dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe li dijî herêmê ranewestandine, li hemberî wê şênî rûmet û xaka xwe diparêzin.