BI DÎMEN

Şehîd Çiya Rizgar li Kobanê hat bibîranîn

Endamê Koordînasyona Komalên Ciwan Çiya Rizgar yê 25'ê Tebaxê ji ber nexweşiyê şehîd bûbû, li Kobanê hat bibîranîn.

Endamê Koordînasyona Komalên Ciwan Çiya Rizgar (Arjen Yavûz) yê 25'ê Tebaxê ji ber nexweşiyê şehîd bûbû, li Kobanê hat bibîranîn. Bîranîn bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger a Kantona Firatê li Goristana Şehîd Dîcle hat lidarxistin. Malbatên şehîdan û ciwanên Kantona Firatê tevlî bîranînê bûn.

Bîranîn bi rêzgirtina ji bo giyanê şehîdan dest pê kir. Piştî rêzgirtinê Rêveberiya Tevgera Ciwanê Şoreşger a Kantona Firatê Şevger Mehmûd axivî. Mehmûd diyar kir ku wê bi hezaran ciwan dewsa Rizgaran bigrin û got: “Em weke tevgera ciwana em soz didin ku em ê rêya şehîdan bişopîn in. Şehîd Rizgar bi fedayî li hemberî her cure qirkirinê serî hilda û bêyî rawestandin berxwedaniyeke dîrokî meşand. Îro jî em soz didin Rizgaran ku em ê xeta wî ya azadiyê bişopîn in û wê bi hezaran dewsa Rizgaran bigrin."

Piştî axaftinan li ser jiyana Çiya Rizgar sînevîzyon hat pêşandan. Di bîranînê de li dora wêneyê şehîd find hatin vêxistin û dirûşme hatin berzkirin.

Bîranîn bi dirûşmeyên “Şehîd namirin” bi dawî bû.