Franceschi: Divê Efrîn ji me re bibe tecrube
Nivîskarê Fransizî Patrîce Franceschî, di Forûma Efrînê de axivî û got, “Dewleta Tirk, ji ber bêdengiya hêzên navneteweyî êrîşê Eferînê kir lewre ji bo parastina herêmê divê em dersan ji Efrînê derînin.”
Nivîskarê Fransizî Patrîce Franceschî, di Forûma Efrînê de axivî û got, “Dewleta Tirk, ji ber bêdengiya hêzên navneteweyî êrîşê Eferînê kir lewre ji bo parastina herêmê divê em dersan ji Efrînê derînin.”
Forûma Guhertina Paqijiya Etnîkî û Guhertina Demografîk a Efrînê ya Navneteweyî di roja xwe ya duyem de didome. Di rûniştina îro de nivîskarê Fransizî Patrîce Franceschî axivî û dagirkeriya dewleta Tirk a Efrînê nirxand.
Franceschî anî ziman ku bûyerên li deverên din ên cîhanê qewimî ku li Efrînê jî hatî jiyîn armanca wan guhertina demografîk e û ji bo ku dewleta Tirk dagirkeriya xwe rewa bike û pêşî li destwerdana hêzên navneteweyî bigire gav avêtine.
Nivîskarê Fransayî, got, “Dewleta Tirk ji bo gelê Efrînê bitirsîne û moralê wan xerab bike, xwest demografyayê biguhere, çimkî nikare moralê şervanan xerab bike.”
Franceschî anî ziman ku dewleta Tirk ji bo ku delîlan li pey xwe nehêle li hinek deveran komkujî pêk anîne. Patrîce got, “Tirs afirandin û li hemberî sivîlan çalakiyên terorî pêk anîn. Ev pêkanîn li dijî mafê mirovan in.”
Francesechî da zanîn ku dewleta Tirk ji bo şikandina vîna şervanan bi cenazeyên wan lîstiye û ev jî wekî gaveke xwe ya serkeftî hesibandiye.
Patrîce Francesechî got ku, “Tirkiyeyê destûr neda ku belgeyên komkujiyan ji cîhanê re bên eşkerekirin. Tenê digot kesên ku tên kuştin leşker in. Tirkiyeyê dizanîbû eger rastiya pêkanîna van komkujiyan derkeve holê, wê bandoreke neyînî li Tirkiyeyê bike. Ji ber wê hewl da xuya bike ku kuştî ji ber şer mirine.
Patrîce Francesechî di berdewama axaftina xwe de got ku, “Dewleta Tirk ji bo pêkanîna armancên xwe bi awayekî lezgîn û bêyî mudaxeleyên derve, çeteyên xwe xistin rojeva komkujiyan û xwe weke hêzeke xilasker da nîşandan. Ji cîhanê re rave kir ku yên dikujin çete ne û bi vê yekê bêdengiya navdewletî mîsoger kir. Lewre hûn dibînin ku her kes bê bertek ma. Ez dikarim du tiştan bibêjim; Tirkiyeyê ‘tirsandina dûr’ li dijî herêmê bi kar anî û çeteyên wê bi rêya komkujiyan ‘tirsandina nêz’ pêk anî, ji ber wê kes nikare Tirkiyeyê sûcdar bike."
Patrîce Francesechî got, "Bi vê gavê Tirkiyeyê hedefgirtina NATO’yê ji xwe dûr xist. Ji ber ku Tirkiye endamê NATO’yê ye. "
Patrîce Francesechî wiha dawî li axaftina xwe anî, "Ji bo parastina herêmên din divê em dersan ji Efrînê derînin."