Durziyan komîteya xwe ava kirin

Serokatiya Rûhanî a Misilmanên Miwehidîn (Durzî) ragihand ku ew ji bo parastina mafên welatiyan komîteyên xwe ava kirine.

Serokatiya Rûhanî ya Misilmanên Miwehidîn a Durziyên li Siwêdayê ya bi serokatiya şêx Hikmet El Hicrî îro daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku ji bo birêxistinkirina xebata hiqûqî û mirovî li parêzgehê û parastina mafên welatiyan komîteyên qanûnî û mirovî hatine avakirin.

Serokatiyê da zanîn ku avakirina komîteyan di çarçoveya îradeya xelkê Siwêdayê de ye û diyar kir ku "Armanc ew e ku tiştên hatine wêrankirin werin sererastkirin û siberoja gelê Siwêdayê were parastin."

Li gorî daxuyaniyê, komîteyên hatine avakirin ev in; Komîteya Bilind a Qanûnî, Komîteya Lêkolînkirina Rastiyan û Tesbîtkirina Ziraran, Komîteya Pêşkêşkirina Giliyan, Komîteya Belavkirina Alîkariyan, komîteyên bijîşkî, olî û xizmetan.

 Serokatiyê diyar kir ku dadwer û parêzerên ku ji bo van mîsyonan hatine erkdarkirin, xwedî jêhatîbûn û ezmûnên pêwîst in ku dikarin bûyeran bi awayekî qanûnî belge bikin, parastina mafan misoger bikin û pêşî li tevliheviyê bigirin.

Ji 13’ê Tîrmehê ve li Siwêdayê di encama êrîşan de aloziyeke mirovî heye. Li gorî SOHR’ê di encama van êrîşan de nêzî hezar û 400 kes hatine kuştin û bi sedan jî birîndar bûne.