BI DÎMEN

Dîmena xistina SÎHA ya bi tîpa Bayraktar a li Tişrînê hate weşandin

QSDˋê dîmena balafira bêmirov a bi tîpa Bayraktar-TB2 ya dewleta Tirk ku duh li herêma Bendava Tişrînê hate xistin, parve kir.

Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) duh li herêma Bendava Tişrînê balafireke bêmirov a bi tîpa Bayraktar-TB2 xistibû xwarê.

Navenda Ragihandinê ya QSDˋê dîmena xistina balafira Bayraktar da û diyar kir ku di navbera mehekê de ev balafira 5ˋan e li herêmê tê xistin.