Di operasyona li Dêrazorê de 12 gumanbar hatin girtin û 4 şervan hatin rizgarkirin

Hêzên QSD’ê di operasyona ewlehiyê ya li bajarokê Xeranîc ê li rojhilatê Dêrazorê de 12 gumanbarên ku têkiliyên wan bi DAÎŞ’ê re hene, binçav kir. 4 şervanên ku berê hatibûn revandin jî bi saxî hatin rizgarkirin.

Navenda Ragihandinê ya QSD’ê der barê operasyona ewlehiyê ya li gundewarên rojhilatê Dêrazorê de daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin: "Hêzên Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê, bi beşdariya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) pêngaveke berfireh a lêgerîn û paqijkirinê li bajarokê Xeranîc pêk anî. Operasyon li dijî şaneyên çeteyan pêk hat ku di rojên dawîn de êrişên wê zêdetir bûn.

Hêzên operasyonê bajarokê Xeranîc bi temamî paqij kir û 12 gumanbarên ku endamên şaneyên rêxistina DAÎŞ a terorîst in, hatin destgîrkirin. Van gumanbaran plan dikir ku li herêmê çalakiyên terorî li dijî hêzên ewlehî, leşkerî, sivîl û navendên xizmetguzariyê pêk bînin da ku tevliheviyê belav bikin û aştiya navxweyî têk bibin.

Her wiha hêzên operasyonê 4 şervanên Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê rizgar kirin ku demek berê li navenda tenduristiyê hatibûn revandin."

Di dawiya daxuyaniyê de hate diyarkirin ku operasyon di çarçoveya hewldanên domdar ên bi armanca pêşxistina ewlehiya gundewarên rojhilatê Dêrazorê de hatibû lidarxistin û ji aliyê eşîr û şêniyan ve hatibû destekkirin.