Dagirkeran li Efrînê zarokek qetilkir û yek birîndar kir

Wesayîtek zirxî ya artêşa Tirk a dagirker li ser rêya navçeya Cindirês a Efrînê, du zarokên ku li ser motosîkletê kire armanc. Ji zarokan yekê jiyana xwe ji dest da, yek jî bi giranî birîndar bû.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê binpêkirinên mafên mirovan ên li Efrînê didomîn in.

Leşkerên Tirk ên ku li ser rêya navçeya Cindirês a Efrînê ku bi wesayîtê li ser du zarokên li ser motosîkletê de ajotî, zarokek qetil kir. Zarokek jî bi giranî birîndar bû.

Li gorî agahiyên hatîn bidestxistin, wesayîta zirxî ya ku ji aliyê leşkeran ve li ser zarokan de hatî ajotin, bêy ku raweste ber bi Deriyê Sînor ê Hamam ve reviya.