Cenazeyê şehîd Xelîl Hesekê hate veşartin
Cenazeyê şervanê QSD’ê Xelîl Hesekê (Ebduselam Berho Nasir) li Şehîdgeha Şehîd Dijwar hate veşartin.
Cenazeyê şervanê QSD’ê Xelîl Hesekê (Ebduselam Berho Nasir) li Şehîdgeha Şehîd Dijwar hate veşartin.
Meclisa Malbatên Şehîdan a Bajarê Hesekê yê kantona Cizîrê ji bo şervanê QSD’ê Xelîl Hesekê (Ebduselam Berho Nasir) ê ku 2’yê Îlonê li gundewarê Hesekê li ser erkê xwe şehîd bûbû, merasîma cenaze lidar xist.
Merasîm bi beşdariya sedan şêniyan li Pakrewangeha Şehîd Dijwar a li gundê Dawidiyê yê bakurê bajarê Hesekê hat lidarxistin.
Piştî deqeya rêzgirtinê bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Hesekê endamê meclisê Ehmed Hirês axivî. Ehmed El Hirês di axaftina xwe de anî ziman ku şehîd bi bedena xwe bar dikin, lê fedakarî û bîranînên wan zindî ne û wiha domand: "Şehîd li destkeftiyên şexsî negeriyan, lê ji bo welatekî azad û rûmet canê xwe feda kirin. Peyama şehîdan wê bimîne û ji nişfekî derbasî nişfek din bibe."
Ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Hesekê Birûsk Hesekê jî axivî û got: "Em bejna xwe li hemberî şehîdên me yên leheng ên ku di rêya azadî, keramet û jiyana hevbeş de canê xwe kirine feda, ditewînin. Şehîdan rêya azadiyê nîşanî me dan. Em ê heya pêkanîna xeyalên wan û hêviyên gelên xwe şopdarên rêya şehîdan bin."
Piştî axaftinan, endama Meclisa Malbatên Şehîdan Maya Elî nasnameya şehîd xwend û radestî malbata wî kir.
Girseyê cenazeyê şehîd bi tilîliyên dayikan û dirûşmên dilsoziya bi şehîdan re spart axê.