Berxwedêrên 14'ê Tîrmehê li Kobanê hatin bîranîn
Kadroyên pêşeng ên Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê yên di Rojiya Mirinê ya 14'ê Tîrmehê de şehîd bûn li Kobanê hatin bîranîn.
Kadroyên pêşeng ên Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê yên di Rojiya Mirinê ya 14'ê Tîrmehê de şehîd bûn li Kobanê hatin bîranîn.
Bi boneya salvegera 43`yemîn a Berxwedana 14`ê Tîrmehê ya Mehmet Hayrî Dûrmûş, Kemal Pîr, Alî Çîçek û Akîf Yilmaz, îro Meclisa Malbatên Şehîdan û Ciwanên Şoreşger ên kantona Firatê, sazî û dezgehên girêdayî Rêvberiya Xweser li Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido ya Kobanê merasîmek li dar xist.
Merasîma bîranînê bi rêzgirtinê dest pê kir û piştre Hesen Kobanê şehîdên berxwedanê bi rêzdarî bi bîr anîn û got: “Bi çalakiya Mehmet Hayrî Dûrmûş, Kemal Pîr, Alî Çîçek û Akîf Yilmaz a di zindana Amedê de, berxwedaneke mezin hat meşandin.”
Piştî axaftinê şano ji aliyê Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido ve hat pêşkêşkirin û dûre jî sînevîzyonek li ser berxwedana zîndana Amedê hat nîşandan.
Piştre jî mûm hatin pêxistin û ji aliyê endamên Ciwanên Şoreşger ve diyarî li malbatan hatin belavkirin.