Artêşa Tirk a dagirker bi SÎHA'yê bombe li Avahiya Şaredariyê barand

Hate ragihandin SÎHA'yeke artêşa Tirk a dagirker bombe li avahiya şaredariyê ya bajarokê hurriye yê li bakurrojavayê bajarê Tebqayê barandiye.

ÊRÎŞÊN DAGIRKERIYÊ

Li gorî nûçeya ANHA'yê ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyên xwecihî, balafireke bêmirov a bombebarkirî (SÎHA) ya artêşa Tirk a dagirker bombe li avahiya şaredariya li Hurriyeyê barand. Têkildarî detayên êrîşê daxuyaniyeke fermî hîn nehatiye dayin.

Tê payin ku encamên êrîşê di nava rojê de diyar bibin.