Amerîka, Fransa û Sûriyeyê daxuyaniya hevbeş dan

Nûnerê Taybet ê DYA`yê yê Sûriyeyê û Wezîrên Derve yên Fransa û Sûriyeyê li Parîsê li hev civiyan. Hate ragihandin ku wê di demek nêzîk de danûstandinên di navbera nûnerên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Hikûmeta Veguhêz de li Parîsê dest pê bikin.

Li payetexta Fransa Parîsê, di navbera Wezîrê Derve yê Hikûmeta Veguêz ya Sûriyeyê Esed El Şeybanî, Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Jean-Noel Barrot û Nûnerê Taybet ê DYA`yê yê Sûriyeyê Thomas Barrot de cîvek pêk hat. Li gorî ajansa SANA`yê her sê alî li ser hin xalan li hev kirine.

Xalên li ser hatine lihevkirin wiha ne:

- Beşdarbûna bilez di hewldanên bingehîn de ji bo misogerkirina serkeftina rêveçûna veguhastinê li Sûriyeyê, misogerkirina yekitî, aramî û serweriya welêt li ser tevahiya axa wê.

- Pabendbûna bi hevkariya hevbeş ji bo têkoşîna li dijî terorê bi hemû şêweyên wê û piştgiriya şiyanên dewleta Sûriyeyê û saziyên wê ji bo rûbirûbûna astengiyên ewlehiyê.

- Piştgiriya hikumeta Sûriyeyê di rêveçûna veguhastina siyasî de ku armanca wê pêkanîna lihevkirina nîştimanî û xurtkirina hevgirtina civakî ye, nexasim li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û parêzgeha Siwêdayê.

- Ji bo temamkirina peymana 10ˊê Adarê bi giştî, di demeke herî nêz de li Parîsê di navbera hikumeta Sûriyeyê û Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) de divê şêwir were lidarxistin.

- Di çarçoveya encamên raporên zelal de, di nav de rapora dawîn a komîteya neteweyî ya serbixwe ya ji bo eşkerekirin û lêpirsînên bûyerên dawîn ên li perava Sûriyeyê, piştgiriya hewldanên ji bo hesapxwestina ji kesên tundî kiriye.

-Divê were piştrastkirin ku dewletên cîran tu gefên li dijî îstîqrara Sûriyeyê nexwin û li beramber wê jî divê Sûriye pabend be ku tu gefên ewlehiyê li cîranên xwe nexwe, da ku îstîqrara herêmê bi tevahî were parastin.