Şervanê QSD’ê şehîd bû

QSD’ê ragihand ku şervanê wan ê bi navê Mistefa Elî Teharo ji ber qezayeke li herêma Bendava Tişrînê qewimî, şehîd bû.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyekê şehadeta şervanê xwe Fewzî (Mistefa Elî Teharo) ragihand.

Daxuyanî wiha ye: "Hevreyê me Fewzî (Mistefa Elî Teharo) li herêma Bendava Tişrînê dema erka xwe bi cih dianî di encama qezaya perwerdeyê de şehîd bû.

Hevreyê me Fewaz ji malbatek welatparêz e ku ji destpêkê ve tevlî şoreşê bû. Hevreyê me tevlî Hêzên Komandos ên girêdayê hêzên me bû. Di warê pisporiyên leşkerî de ezmûnên mezin bi dest xist. Her wiha bi ezmûnên xwe yên pratîkî û girêdana bi doza ku ji bo wê tevlî bûye, anku doza parastina şêniyên herêmê, hişmendiya xwe ya welatparêziyê pêş xist. Di taktîkên şer de xwe pêş xist û di demeke kurt di nav hevalên xwe de bû şervanekî bêhempa. Bi exlaqê xwe yên baş û rihê bilind ê hevlatiyê dihat naskirin ku nêzî her kesî bû.

Bila serê malbata şehîd û tevahiya malbatên şehîdên me sax be. Sonda me bi wan re ew e ku bi her şehadetek israra me ya domandina meşa wan û tacîdarkirina serkeftinê zêdetir dibe."

Li gorî daxuyaniyê agahiyên der barê nasnameya şehîd de wiha ne:

Nasnav: Fewzî

Nav û Paşnav: Mistefa Teharo

Navê Dayikê: Heyfa

Navê Bav: Elî

Cihê Jidayikbûnê: Kobanê

Cih û Dîroka Şehadetê: Bendava Tişrînê- 5’ê Îlona 2025’an ji ber qezaya perwerdeyê.