Şandeya KNK’ê derbasî Rojava bû
Şandeya KNK’ê ku Hevserokê wê Ahmet Karamûs jî di nav de ye, derbasî Rojavayê Kurdistanê bû.
Şandeya KNK’ê ku Hevserokê wê Ahmet Karamûs jî di nav de ye, derbasî Rojavayê Kurdistanê bû.
Şandeyeke Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) ji hevserokê KNK’ê Ehmed Karamûs, endamên rêveber Dr. Şêrko Heme Emîn, Dr. Hekîm Kerîm, Perwîn Ezîz û endama kongreyê Mecda Ebas pêk tê, bi armanca piştgiriyê derbasî Rojava bû.
Hevserokê KNK’ê Ehmed Karamûs, diyar kir ku armanca hatina wan ew e ku di vê pêvajoyê de piştgiriya Kurdên Rojava bikin û got piştgiriya Rojava erkekî neteweyî û exlaqî ye.
Ehmed Karamûs, bang li tevahî Kurdan kir ku vê erkê bi cih bînin û xwedî li gelê Rojava derkevin.