Îsraîlê li Siweydayê hêzên hikûmeta demkî xist

Îsraîlê li gundewarê Siweydayê cihekî hêzên hikûmeta demkî û çekdarên wê bombebaran kir. Hate ragihandin ku di êrîşê de mirî û birîndar hene.

Li gundewarê Siwêdayê li nêzî rêya bajarokê El Sala û Til Hedîd teqîneke mezin rû da, di heman demê de balafirên şer ku tê texmînkirin ên Îsraîlê ne li asîmanê heman deverê digeriyan.

Li gorî çavkaniyên li qadê, êrîş li dijî xalekê ku endamê hêzên hikûmeta demkî tê de bûn pêk hat, di encamê de kuştî û birîndar çêbû.

Her wiha ji ber bombebaranê agir bi erebeyeke leşkerî ya ji cûreya Kiya ku çeka giran li ser bû, ket.

Ev êrîş piştî hevdîtina wezîrê karûbarên stratejîk ê Îsraîlê Ron Dermer û wezîrê karê derve yê hikûmeta demkî ya Sûriyeyê Esed Şîbanî û Nûnerê Taybet ê Amerîkayê yê Sûriyeyê Tom Barrack, pêk hat.