Êrîşî benda kontrolê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn kirin
Çeteyên Dêrazorê êrîşê bendekî kontrolê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn kirin.
Çeteyên Dêrazorê êrîşê bendekî kontrolê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn kirin.
Fermandariya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ragihand ku 2 kesên girêdayî şaneyên terorîst ku li ser motorsîklêtê bûn, duh êrîşî benda kontorlê ya hêzên wan a li bajarokê Kisrayê kirin.
Fermandariyê di daxuyaniyê de diyar kir ku hêzên wan bersiva êrişê dan û êrişkar neçar man birevin.
Fermandariyê daxuyand ku di êrîşê de tu zerar li hêzên wan nebûye û diyar kir ku piştî êrişên hêzên wan ji bo lêgerîna li şaneyê dewriyeyan meşandine. Her wiha ragihand ku dê ji bo mîsogerkirina ewlehiya herêmê û rêgirtina li ber hewldanên têkbirina istiqrara herêmê tedbîrên pêwîst ên ewlehiyê girtine.
Fermandariya Hêzên Ewlekariya Hundirîn diyar kir dê ku erka xwe ya parastina welatiyan û ewlehiya herêmê bidomîne.