Çekdarên ser bi Şamê êriş birin ser gundên Siwêdayê

Hate ragihandin ku çekdarên ser bi hikumeta veguhêz a Şamê bi çekên giran gundewarê bakurê Siwêdayê topbaran kirin. Şervanên Siwêdayê bersiva êrişê dan û şer derket.

Hêzên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê ku careke din agirbesta binpê kirin, berbanga  vê sibehê gundewarê bakurê Siwêdayê topbaran kirin.

Hêzên hikumeta veguhêz ên li gundê Rîma Hazim bi cih bûne bi çekên giran û hawanan, gundên Selîm û Etîl ên bakur Siwêdayê dan ber topan.

Şervanên Hêzên Parastina  Siwêdayê bersiva êrişê dan û şer derket. Der barê encamên şer de agahî bi dest neketin.

Ji Tîrmehê ve li Siwêdayê agirbest hatibû ragihadin. Lê hêzên hikumeta veguhêz gelek caran agirbest binpê kirin.