812 kes ji Kampa Holê vegeriyan Iraqê
233 malbatên ku ji 812 kesên Iraqî yên li Kampa Holê pêk tên, vegeriyan Iraqê.
233 malbatên ku ji 812 kesên Iraqî yên li Kampa Holê pêk tên, vegeriyan Iraqê.
Di çarçoveya xebata hevbeş a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Komîteya Ewlekarîiyê-Penabaran a Parlamentoya Iraqê de, îro komeke din a malbatên Iraqî yên li kampa Holê, ji kampê derket. Ev kom ji 812 kesan (233 malbat) pêk tê.
Ji destpêka îsal ve ev koma 11ˊan a Iraqiyan e ku ji kampê derdikeve. Lê ji destpêka derxistina malbatên Iraqî ji kampa Holê û şandina ber bi welatê wan ve ev koma 28ˊan e ji kampê tê derxistin.
Kampa Holê ji xeternaktirîn kampên cîhanê ye. Di kampê de nêzî 13 hezar Iraqî, 15 hezar Sûriyeyî û 6 hezar û 385 malbatên çeteyên DAÎŞˊê hene.