3 dekanên Zanîngeha Firatê di qezayê de jiyana xwe ji dest dan

Li ser rêya Hesekê-Dêrazorê qezayeke trafîkê çêbû, di encamê de 3 dekanên Zanîngeha Firatê jiyana xwe ji dest dan û gelek kes birîndar bûn. Li Kobanê jî di qezayeke de jî xwişk û birayek jiyana xwe ji dest dan.

Li ser rêya Hesekê -Dêrazorê, qezayeke trafîkî çêbû. Di encamê de dekanê Fakulteya Mafnasiyê ya Hesekê Dr. Mihemed El Casim, dekana Fakulteya Endazyariya Sivîl (Medenî) Dr. Nacî El Ferec, û dekanê Fakulteya Zanistê ya Hesekê Dr. Mehmûd Remdan jiyana xwe ji dest da. Li kêlek wê hejmarek ji dekan û mamosteyên fakulteyên Zanîngeha Firatê bi giranî birîndar bûn.

Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, ew dekan û mamoste tevlî civîneke dekanên Fakulteyên Zanîngeha Firatê (Dêrazor, Hesekê û Reqayê) ya li Dêrazorê bûbûn, dema vedigerîn erebeya wan û yeke din li hev qelibîne. Di encamê de 3 dekan jiyana xwe ji dest da û hin jî bi giranî birîndar bûn.

LI KOBANÊ XWIŞK Û BIRAYEK JIYANA XWE JI DEST DAN

Îro, dema xwişk û bira Hêvîn û Ehmed ên ji gundê Mîlê ji dibistana xwe ya li gundê Çelebiyê yê gundewarê Kobanê bi motorsiklêtê vedigeriyan malê, erebeyek li wan qelibî û di encama qezayê de de jiyana xwe ji dest dan.

Çavkaniyên xwecihî, da zanîn ku xwişk û bira, tevî pismamên xwe dema bi motorsiklêtan ji dibistanê vedigeriyan, erebeyek li wan qelibî, di encamê de Hêvîn û Ehmed jiyana xwe ji dest dan û pismamên wan birîndar bûn. Birîndar rakirin nexweşxaneyê.