2 şervanên QSD’ê şehîd bûn
QSD’ê şehadeta Çiyager Amara û Egîd Serhed ragihand û wiha got, "Eniyên berxwedanê wê hevreyên me Çiyager û Egîd bi bîr bînin."
QSD’ê şehadeta Çiyager Amara û Egîd Serhed ragihand û wiha got, "Eniyên berxwedanê wê hevreyên me Çiyager û Egîd bi bîr bînin."
Navenda Ragihandinê ya QSD’ê bi daxuyaniyekê şehadeta 2 şervanên xwe ragihand.
Daxuyanî wiha ye:
2 hevreyên me di berxwendana lehengana ya li bendava Tişrînê de şehîd bûn. Her du hevreyên me yên şehîd di parastina ewlehiya herêmên me û silametiya gelê me de destanên berxwedanê raber kirin.
ÇIYAGER AMARA
Hevreyê me Çiyager Amara mohra xwe li berxwedana Bendava Tişrînê xist. Li lehengiya ku nayê şikandin li hemberî keriyên çeteyan şer kir. Bi dilsoziya û wefadarî erka xwe ya welatparêzî û şoreşgerî ya parastina gelê xwe ji êrîşan pêk anî. Di dirêjahiya hebûna xwe ya di nava refên hêzên me de eniyên berxwedanê terk nekir. Bi zanist û baweriya mutleq a bi serkeftinê şer kir.
Hevrê Çiyager rihê bilind ê welatparêziyê ji malbata xwe ya welatparêz girt û di demek zû de tevlî refên hêzên me bû. Kesayeta xwe pêş xist û bû fermandarekî bêhempa. Di hemû şert û mercên zehmet de hêza wî ya karanînê hebû. Ev yek di beşdariya wî ya berxwedana Bendava Tişrînê de derket holê. Hevrê Çiyager yek ji wan fermandaran bû ku bi lez û bez tevgeriya û di her rewşan de pozîsyonên guncaw digirt. Dikaribû her qelsiyekê veguherîne serkeftinek mezin.
Hevrê Çiyager di hemû qadên ku lê xebitî de bandorek û veguherînek şoreşgerî ya bihêz afirand. Tevî girêdana xwe ya xurt bi rêbaza têkoşînê ya hêzên me re, baweriya hevreyên xwe bi têkoşîn û şoreşê xurt kir. Hevreyê me yê şehîd xwedî exlaqê şoreşgerekî yê hevseng bû. Di pêkanîna erk û peywirên xwe bi giyanek şoreşgerî de tu carî dudilî nedibû. Di kesayeta xwe de zanîn û têkoşînê dihewîne. Ew kesekî rewşenbîr bû dikaribû rewş û pêşketinên siyasî û leşkerî û meylên wan analîz bike. Hevrê Çiyager têgihîştinek kûr a rêbaz û taktîkên şer nîşan da. Bi saya gelek ezmûnên ku ew tê re derbas bû bû fermandarekî navdar. Şehadeta wî di hemû heval û hezkiriyên wî de êş û valahî hişt.
EGÎD SERHED
Eniyên şer ên Kobanê, Qamişlo, Şedadê, Tebqa, Dêrazor û Bendava Tişrînê, wê şehîdê me hevrê Egîd Serhed bi rêzdarî û hurmet bi bîr tînin. Hevreyên wî jî destanên lehengiyê yên ku wî di pêngavên rizgarkirinê ji rêxistina terorîst a DAÎŞ'ê û li dijî dagirkeriya Tirk û çeteyên wê de pêk aniye, bi bîr tînin. Hevrê Egîd Serhed bi awayekî çalak beşdarî gelek şer û pêngavan girîng bû û di nav hêz û gelê me de cihekî bi rûmet girt.
Hevrêyê me Egîd di parastina nirx û rûmeta gelê xwe de pêşeng bû. Bi baweriya xwe ya bi şoreş û têkoşînê, di wan pêngavan de ji serkeftinê ber bi serkeftinê ve, karîbû derbên giran li rêxistina terorîst bixe. Bi wêrekî, coş û cesaretê şer dikir. Ev yek di hevreyên xwe de jî nîşan dida. Koma ku wî pêşengiya wê dikir her tim di pêş de bû. Di pêngavên ku tê de cih digirt serkeftinên berbiçav bi dest xist. Birîndarbûna hevrê Egîd di berxwedana Kobanê de bandor li asta berxwedana wî nekir; berevajî vê, baweriya wî ya bi serkeftinê zêde kir. Ev yek di berxwedana wî û ya hevalên wê ya li Kobanê de derket pêş ku ku bi têkbirina rêxistina terorîst dest pê kir.
Hevrê Egîd bi sebir, aramî û çalakbûna xwe dihat naskirin. Ji cihekî ber bi cihekî din ve diçû. Kesayeteke zîrek bû, li pêş û hevreyên xw ji êrişên dijmin diparast. Tu carî binkeftin qebûl nedikir. Hevreyê Egîd girêdana xwe xurt bi gel re parast, tu carî ji derdorê qut nedibû, ji ber ku di wê baweriyê de bû qutbûna jina serkeftinê nayîne.
Fedakariyên hevreyên me yên şehîd Çiyager û Egîd wê rênîşana xebata me bimînin. Em hêz û israra domandina têkoşîna û bilindkirina ala berxwedanê ji wan digirin. Em ê têkoşîna xwe di asta her du xurt de bidomînin ta hêvî û xeyalên wan bi cih werin. Çirûska Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi saya fedakariyên ku hevreyên me yên berxwedêr dane, îro bi hemû hêza xwe dewam dike.
Em sersaxiyê ji malbatên her du şehîdan, ji tevahiya malbatên şehîdan û ji gelê xwe re dixwazin. Em soz didin ku em ê têkoşîna şehîdan bidomînin, ta daxwazên gelê xwe yê azad û parastina ewlehî û silametiya gelê xwe bi cih bînin.”
NASNAMEYÊN ŞEHÎDAN
Nasnav: Çiyager Amara
Nav û Paşnav: Aslan Kutlu
Navê dayikê: Ferîde
Navê bav: Îsmaîl
Cih û dîroka şehadetê: Şedadê- Riwêşid, 26 Sibat 2025
Nasnav: Egîd Serhed
Nav û paşnav: Ehmed Oymak
Navê dayikê: Emîne
Navê bav: Mihemed
Cih û dîroka şehadetê: Bendava Tişrînê, 24 Çile 2025