ROJANE
Hemû Nûçe
-
Goksungur ku 26 sal in girtiye, çû ser cenazeyê bavê xwe
Hasan Goksungur ku ji doza PKK'ê ev 26 sal in girtiye, hate gotni ji bo ku biçe ser cenazeyê bavê xwe, ji bo çend saetan birine gund. -
DMME'yê ji bo wekîlên HDP'ê ji Enqerê parastin xwest
Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) ji bo 4 wekîlên berê yên HDP'ê ku rejîma Tirk ew ji wekîltî xistibûn, ji Enqerê parastin xwwest. -
Di paketên loqumê Tirk de 670 kîlo eroîn derket
Li ser sînorê Elmanya-Polonyayê polîsên gumrukê yên Elman di nava paketên loqumê Tirk de 670 kîlo eroîn dîtin. Ajokarê Tirk ê qemyonê hate destgîrkirin. -
Li gorî endeksa aştiyê welatên herî metirsîdar
Li gorî rapora bi navê Endeksa Aştiyê ya Global, welatên ku aştî li wan deveran di rewşeke metirsîdar de ye Efrîka û Rojhilata Navîn in, Rûsya jî deh rêzên destpêkê de ye. -
Kemalbay: Hilbijartin mîna referandûmekê ye
Parlamentera HDP'ê Serpîl Kemalbay diyar kir, piştî hilbijartinên 23'ê Hezîranê wê zext û êrîşeke giran li karker û kedkaran bê kirin û got, divê di hilbijartinê de li gorî vê yekê helwestê nîşan bidin. -
ROJEVA 19'Ê HEZÎRANÊ
Rojeva Navenda Nûçeyan a 19'ê Hezîrana 2019'an. -
Li Iraq û Başûrê Kurdistan 5 jê zarok 7 kes mirin
Li Iraq û Başûrê Kurdistanê di nava 10 rojan de 5 jê zarok, 2 jê jin bi giştî 7 kes hatin qetilkirin, destdirêjî li jinekê hate kirin. -
Meclîsa Ciwanan a HDP'ê li dijî destgîrkirinê banga têkoşînê kir
Meclîsa Ciwanan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li dijî pêla destgîrkirinê ya li ser ciwanan helwest nîşan da û bang kir ku rêxistiniya têkoşîna yekbûyî ya ciwanan were kirin. -
Li Midûrê Karên Nivîsê yê rojnameya Yenî Yaşamê doz hate vekirin
Li Midûrê Karên Nivîsê yê rojnameya Yenî Yaşamê Osman Akin doz hate vekirin. -
Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
Parêzerên Ocalan ji bo karibin sibe bi muwekîlê xwe re hevdîtinê bikin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. -
Temellî: 23'yê Hezîranê em ê pirtir biçin ser sendoqê
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî got, hilbijêrên HDP'ê li dijî faşîzmê 23'yê Hezîranê wê zêdetir biçin ser sendoqê. -
'Xwedîderketina li Rêbertî xwedîderketina li mirovahiyê ye'
Nobeda 'Azadî ji Ocalan re' ku li bajarê Strasbourg ê Fransayê pêk tê di hefteya 365'an de ye. -
Li Monchengladbachê tûrnûvaya bîranîna şehîdên meha Gulanê
Tevgera Ciwanên Şoreşger li bajarê Monchengladbach ê Elmanyayê Festîvala Çand û Sporê pêk anî. Di tûrnûvaya futbolê de tîma Azadî Wuppertal bi ser ket. -
Li Limassolê bîranîna şehîdan
Li Navenda Çanda Kurd a Theofilosê ya li bajarê Limassol ê Qibrisê, Şehîd Xemgîn Setkar (Abdullah Temel) hate bîranîn. -
'HDP wê careke din bi AKP'ê bide windakirin'
Hevberdevkê Herêma 1'emîn a HDK'ê Koray Turkay got, stratejiya HDP'ê rast e û wê li Stenbolê careke din bi AKP'ê bidin windakirin. -
ROJEVA 18'Ê HEZÎRANÊ
Rojeva Navenda Nûçeyan a 18'ê Hezîrana 2019'an. -
Li Edeneyê terora dewletê: 7 jê zarok 35 kes hatin destgîrkirin
Polîsên Tirk li 4 bajaran ku navenda wê Edeneye bi ser gelek malên HDP’yiyan de girtin û herî kêm 35 kes destgîrkirin. -
Temellî: Em ê 23’yê Hezîranê bersiva bidin dijminê kedê û şer
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî yê bi karkeran re civiya got: “Em ê li ser sindoqan bersivê bidin dijminên kedê û şer.” -
Olûç: AKP zîhniyeta 'bicehimin' didomîne
Cîgirê Serokê Koma HDP'ê Sarûhan Olûç got, "Di navbera zîhniyeta 'bicehimin biçin' a 31'ê Adarê û 'em ê rojhilatê Firatê paqij bikin' de cudahî nîne." -
20 saliya KNK'ê li Stockholmê hate pîrozkirin
20 saliya damezrandina KNK'ê li paytexta Swêd Stockholmê bi resepsiyonekê hate pîrozkirin. -
Li peravê Bodrûmê 8 koçberan jiyana xwe ji dest dan
Li peravê Bodrûmê ku li başûrê rojava yê Tirkiyeyê ye keştiyeke koçber tê de bûn noq bû. Di bûyerê de 8 kesan jiyana xwe ji dest dan. -
Li Fransayê ji ber zîpikê kesek mir
Li Fransayê dawiya hefteyê ji ber zîpikê kesek mir û xisareke madî rû da. Hikumetê rewşa afetê ya xwezayî ragihand. -
Sipri: Li dinyayê çekên nukleerî kêm in, lê hîn modern in
Enstîtuya Lêkolînên Aştiyê ya Navneteweyî (Sipri) ragihand, li dinyayê çekên nukleerî di nava vê salê de kêm bûne, lê yên heyî hîn modern in. -
Li Edeneyê gelek ciwanên HDP'î hatin destgîrkirin
Di operasyonên qirkirina siyasî de ku navenda wê Edene bû û li çar bajaran hate meşandin, gelek kesên endamên Meclîsa Ciwanan a HDP'ê ya Edeneyê hatin destgîrkirin. -
Partiya Maoîst Komunîst: Em li dijî dagirkeriyê derkevin!
Buroya Siyasî-Komîteya Navendî ya Partiya Maoîst Komunîst (MKP) li dijî êrîşên dewleta Tirk ên ji bo dagirkirina Başûrê Kurdistanê bang kir ku piştgiriya bi neteweya Kurd re bê xurtkirin.