ROJANE
Hemû Nûçe
-
ROJEVA 16'Ê NÎSANA 2020'AN
Rojeva sereke ya Kurdistan, Tirkiye û Cîhanê. -
Şandeya Leşkerî ya Iraqê li ser êrîşa Mexmûrê daxuyaniyek da
Şandeya Leşkerî ya Iraqî derbarê lêkolînên li ser cihê bûyerê ya ku balafirên keşfê yên bê mirov ên bi çek (SÎHA) ê dewleta Tirk a dagirker bombe kir û di encamê de 3 sivîl şehîd bûn kiribû, daxuyaniyek da. -
Li Bonnê êrîşî Navenda Çanda Kurd kirin
Li bajarê Bonna Elmanyayê doh şev li dijî Navenda Çanda Kurd êrîşek pêk hat. -
HDP’ê bal kişand ser rewşa girtiyan
Parlementera HDP’ê ya Edeneyê Tulay Hatîmogûllari Orûç bal kişand ser zextên li ser girtiyên li girtîgehên Kayserî, Tarsûs, Kurkçuler û Entalyayê. -
Rêveberiya Trablûsê wê bi bi Heftar re nema bide û bistîne!
Hikûmeta Trablûsê ya Libyayê ya bi desteka Enqerê got ew ê nema bi Helîfe Heftar re bidin û bistînin, ku Heftar rojhilatê welêt kontrol dike. -
HDP: Li dijî yasaya mirinê em bêdeng namînin
HDP li dijî yasaya desthilata AKP-MHP'ê ku girtî bi hêviya mirinê ve giştin hewlesteke tund nîşan da û got, ''Ev yasa darvekirina yên din e''. -
Girtiyê bi nexweşiya giran Kaya hîn jî di servîsa awarte de ye
Girtiyê bi nexweşiya giran Sabrî Kaya 5 roj in di servîsa awarte ya nexweşxaneyê de ye. -
Derziya sorikê nikare bê kirin: Metirsî li ser bi milyonan zarokî heye
Li gelemperiya cîhanê zêdeyî 100 milyon zarok ji derziya li dijî sorikê bêpar dimînin. Ev pirsgirêka ku ji ber metirsiya Covîd-19 rû dide, tê gotin ku dibe ku ji vîrûsê bêhtir bibe sedema mirina mirovan. -
TUAY-DER kampanyaya xwe didomîne
Marmara TUAY-DER, tevî ku guhertina qanûna înfazê ya ku girtiyên siyasî li derve dihêle li meclîsê hate qebûlkirin, kampanya xwe didomîne. -
Trûmp piştgiriya malî ya ji bo WHO'yê bi dawî kir
Serokê DYE'yê Donald Trûmp piştgiriya malî ya ji bo Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) birî, ku rêxistinê bi nebaş birêvebirina pandemiyê sûcdar dike. Neteweyên Yekbûyî jî bi gotina "Ne dema wê ye" nerazîbûn nîşan da. -
Israîl dijî pandemiyê di rêza 1'ê de, Tirkiye di rêza 36'an de ye
Li gorî rapora Deep Knowledge Group di nav wan welatan de ku li dijî vîrûsa koronayê herî baş têdikoşin di rêza pêşî de Israîl di rêza duyan de Elmanya heye. Tirkiye di nav 40 welatî de di rêza 36'an de ye. -
Rêgeza mesafeya sosyal dibe ku heta 2022'an biçe
Li gorî pisporên Zanîngeha Harvardê diyar kir mesafeya sosyal ya ji bo ku pêşî li berbelavbûna vîrûsê hatî destpêkirin belkî heta 2022'an bidome. -
CDK-F: Her Kurd dive bibe xwedî malbateke xwişk û bira
CDK-F'yê têkililî kampanyaya Malbatên Xwişk û Bira got,''Ev kampanya ne kampanyayeke jirêzê ya alîkariya maddî ye. Di vê pêvajoya zor û zehmet de her Kurd divê malbatekê ji xwe re bike malbata xwişk û bira.'' -
ROJEVA 15'Ê NÎSANA 2020'AN
Rojeva sereke ya Kurdistan, Tirkiye û Cîhanê. -
Stêrk Tv weşaneke taybet ji bo Kampanyaya ‘Xwişk û bira’ dike
Stêrk Tv wê 15’ê Nîsanê roja Çarşemê li gorî saeta Ewropa 18:00’an bi armanca alîkarîkirina bi malbatên ku ji pandemiya vîrûsa koronayê bandor bûne, di çarçoveya kampanyaya ‘Xwişk û Bira’ de weşanek zindî bike. -
Li Tirkiyeyê ji ber Koronayê 1403 kes mirin
Li gorî rayedarên Tirk li Tirkiyeyê ji ber şewba Covîd-19 di nava 24 saetên dawî de 107 kes mirin. -
Buroya Hiqûqê ya Asrin daxuyaniyek da
Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrin Raziye Tûrgût diyar kir ku redkirina daxwaza têkildarî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û muvekîlên wan ên din ên ji ber Covîd-19 got: “Li dijî hiqûq û qanûnê ye” nerazîbûn nîşanî biryarê dane. -
Beştaş: AKP'ê nêta xwe bi vê qanûnê ji civakê re ragihand
Serokwekîla Koma HDP'ê Meral Daniş Beştaş bal kişand ser mirina mirovan li girtîgehan ji ber Covîd-19 û destnîşan kir ku girtîgeh mîna kaxiza tûrnûsolê a welatekî ne. -
HDP: Bêdengî wê bibe sedema Enfalên nû
HDP'ê Qirkirina Enfalê şermezar kir û got, ''Bêdengî dibe sedema qirkirinên nû''. -
Li girtîgehan paqijî, maske, karantîna tune ye
Girtiyên li girtîgehên Kurkçuler, Tarsûs û Antalyayê diyar kirin, li girtîgehan li dijî vîrûsa koronayê tu tevdîr nehatine wergirtin. -
Bulbul: Ev lûtkeya xerabiyê ye
Parlementerê HDP’ê Kemal Bulbul diyar kir ku şandina cenazeyê Agît Îpek a bi rêya kargoyê lûtkeya xerabiyê ye. -
Pêşnûme qanûna ji 70 madeyî ya bêyî girtiyan, hate qebûlkirin
Pêşnûme qanûna ji 70 madeyî ku girtiyan nagire nava xwe û wê bandorê li 90 hezar kesî bike, ku mûxalefetê navê "efûya veşartî" lê kiriye, li Civata Giştî ya Meclîsê hate qebûlkirin û bû qanûn. -
ROJEVA 14'Ê NÎSANA 2020'AN
Rojeva sereke ya Kurdistan, Tirkiye û Cîhanê. -
TMMOB: Cihên nexweşxaneyên demkî li gorî rantê hatine diyarkirin
Tê xwestin ku li erdê vala yê li nêzî Balafirgeha Ataturkê û qada leşkerî ya berê ya Sancaktepeyê nexweşxaneyên demkî bên avakirin. Şaxê Stenbolê yê Odeya Endezyarên Înşaetê ya TMMOB'ê diyar kir, ku ew cih li gorî rantê hatine diyarkirin. -
Li gorî rayedarên Tirk 98 kes mirine
Li gorî rayedarên Tirk li Tirkiyeyê ji ber pandemiyê di nava 24 saetan de 98 kes mirine. Bi vê yekê re hejmara kesên li Tirkiyeyê mirin gihişte 1296’an. Hejmara kesên îro bi vîrûsê jî ketine 4 hezar û 93 kes in.