ROJANE
Hemû Nûçe
-
'Bi êrişa El Vattiye re sînorek li pêşiya dewleta Tirk hate danîn'
Siyasetmedar-rojnamevanê Kurd ê li Misrê Ehmed Şêxo destwerdana dewleta Tirk a li Lîbyayê, helwesta Misrê ya li dijî vê yekê, projeya dewleta Tirk a Îxwanî Muslîm, hewldana dorpêçkirina Ereban û tifaqa Kurd-Ereban ji ANF'ê re nirxand. -
Çepnî: Komkujiya Pirsûsê organîzasyoneke dewletê bû
Parlamenterê HDP'ê Mûrat Çepnî têkildarî Komkujiya Pirsûsê axivî û got, "Komkujiya Pirsûsê xemsarî nebû. Divê mirov bêje ku komkujî bi rengekî berbiçav organîzasyoneke dewletê bû." -
ROJEVA 17'Ê TÎRMEHA 2020'AN
Rojeva Navenda Nûçeyan a 17'ê Tîrmeha 2020'an. -
Li Hezexê jî destdirêjî zarokekê hate kirin
Li navenda Hezex a navçeya Şirnexê zilamek 40-50 salî, hewl da destdirêjî zarokekê bike, li ser ferqkirinê zilam hate destgîrkirin. -
Leşkerên Tirk li Wanê gule li zarokekî ku pez diçêrand rewşandin
Leşkerên Tirk li navçeya Ebex a Wanê dema ku zarokê 15 salî pezê xwe diçêrand gule lê reşand û giran birîndar kir. -
Malbatên Sirûcê ji bo girtiyan kart şandin
Însiyatîfa Malbatên Sirûcê li Stenbûlê ji bo gazî û parêzerên hatine girtin karta piştevaniyê şandin. -
Hevgirtina Ciwanên Êzidî ji bo meşa dirêj bang kir
Hevgirtina Ciwanên Êzidî (HCÊ) bang li hemû ciwanên Êzidî kir ku divê ew xwedî li ol, ax û çand û Şengalê derkevin. Hevgirtinê bang li ciwanan kir ku tevlî meşa 17-18'ê Tîrmehê ya navbera bajarên Celle û Hannoverê kir. -
Parêzer ji bo Ocalan bibînin serlêdan kirin
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo ku miwekîlê xwe bibînin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. -
Elmanya ji bilî Kurdî bi 20 zimanan behsa koronayê kir
Elmanya di broşurên derbarê korona de cih da 20 zimanan lê cih neda Kurdî, bi sedema ku,''Kurd jixwe bi zimanên din dizanin''. Derbarê vê, rapora kesê serwext hate weşandin û hate gotin hikûmetê li dijî Kurdan cihêkarî kiriye,Kurdî hatiye kêmkirin. -
Daxuyaniya Meclîsa Jinan a HDP'ê ya li ser Mensûr Işik
Meclîsa Jinan a HDP'ê têkildarî nûçeyên li ser tundiya Parlamenterê Mûşê Mensûr Işik li hevsera xwe kir, daxuyaniyek da. Meclîsa Jinan diyar kir, "Tundî ji kê tê bila bê em ê li ber rabin." -
KCDK-E'yê ji bo çalakiyên 18-19'ê Tîrmehê banga tevlîbûnê kir
KCDK-E'yê bi wesîleya salvegera şoreşa Rojava , ji bo çalakiyên 18 û 19'ê Tîrmehê banga tevlîbûnê kir. -
Li Wanê balafira keşfê ket: 7 polîs mirin
Rayedarên dewleta Tirk ragihandin, li Wanê balafireke keşfê ya Emniyetê ketiye û 2 jê pîlot 7 kes mirine. -
'Germa zêde ya li Sîbîryayê encama germahiya global e'
Germahiya zêde ya li Sîbîryayê ku piştî bi dehan salan yekemcar di vê astê de hate dîtin, weke encameke yekser a germahiya global tê dîtin. -
ROJEVA 16'Ê TÎRMEHA 2020'AN
Rojeva Navenda Nûçeyan a 16'ê Tîrmeha 2020'an. -
HDP'ê li ser 'dijminatiya li Kurdan' a dewletê raporek amade kir
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li ser "dijminatiya li Kurdan" a dewleta Tirk raporek amade kir. -
Bi çavê medyaya dinyayê: Zindana Amedê
Di navbera salên 1981 û 1984’an de li hovîtiya dewleta Tirk, grevên birçîbûnê yên şoreşgerên Kurd, rojiyên mirinê û darizandinên li Zindana Amedê ji aliyê çapemeniya dinyayê ve dihat şopandin. -
Şehîdên 14’ê Tîrmehê li Rûsyayê hatin bibîranîn
Şehîdên 14’ê Tîrmehê li bajarê Saratovê yê Rûsyayê hatin bibîranîn. -
Însiyatîfa Zarokên Agir li sê bajaran çalakî li dar xist
Însiyatîfa Zarokên Agir li Îzmîr, Bîlecîk û Çanakkaleyê gelek çalakî pêk anî. -
Li Lîbyayê aloziya di navbera Misir û Tirkiyeyê de
Misir gelo wê li gorî banga Lîbyayê tevbigere yan jî wê li hemberî Tirkiyeya ku bi Îhvanê dora Misirê girtiye, bêdeng bimîne? Gelo rastiya li qadê çi ye? -
Li Lîmassolê bîranîna 14'ê Tîrmehê
Berxwedêrên Rojiya Mirinê ya Mezin a 14'ê Tîrmehê li bajarê Lîmassol ê Qibrisê bi çalakiyekê hatin bîranîn. -
Ji bo çalakiyên Şoreşa Rojava banga tevlîbûnê hate kirin
Women Defend Rojava, Înternatîonalîst Commûne û RîseÛp4 têkildarî salvegera Şoreşa Rojava daxuyaniyek dan û diyar kirin, "Di 18-19'ê Tîrmehê de em li benda her kesî ne ku li her cihî tevî van çalakiyan bibin." -
KCDK-E'yê ji bo meşa dirêj a têkildarî Şengalê banga tevlîbûnê kir
Dîwana Hevserokatiyê ya KCDK-E'yê ji bo meşa dirêj banga tevlîbûnê kir, ku meş ji bo naskirina statuya Şengalê wê li Elmanyayê pêk were. -
Li Qûdsê bi hezaran kesî Netanyahû protesto kirin
Ji bo îstifakirina Serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netanyahû bi hezaran kes li Qûdsê daketin qadan. -
NÇÊ ji bo meşa 17-18'ê Tîrmehê banga tevlîbûnê kir
Amadekariyên ji bo meşa 17-18'ê Tîrmehê ya ji bajarê Celle heta bajarê Hannoverê bê lidarxistin, dewam dikin. Navenda Çanda Êzidxanê (NÇÊ) jî bi daxuyaniyekê ji bo meşê banga tevlîbûnê kir. -
Çevîrmen: Li girtîgehan binpêkirina mafên mirovan zêde dibe
Nûray Çevîrmen a ÎHD'î diyar kir ku dema dawî li girtîgehan binpêkirina mafên mirovan zêde bûye û gelek caran serî li wan hatiye dayin.