ROJANE
Hemû Nûçe
-
Parêzeran ji bo çûyîna Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo karibin muwekîlê xwe bibînin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. -
Însiyatîfa Zarokên Agir 2 febrîqe û navendeke hilberînê şewitand
Însiyatîfa Zarokên Agir ragihand ku 2 febrîqe, navendeke hilberînê û mînîbusek şewitandiye. -
'Divê hikumet ji bo astengkirina destdirêjiyên Tirkiyeyê rêyên nû peyda bike'
Endamê Komîsyona Asayiş û Parastinê ya Parlamenta Iraqê Katî Rikabî li ber dagirkeriya dewleta Tirk rabû û ji hikumeta Iraqê xwest ku dawî li bêdengiyê bîne û pêşî li dagirkeriya dewleta Tirk bigire. -
HDP'ê li dijî tecrîda li Îmraliyê ji bo têkoşîna hevpar bang kir
Meclîsa Partiyê ya HPD'ê bang kir ku li dijî tecrîda li Îmraliyê daxwaza girtiyan û têkoşîna hevpar bê mezinkirin. Di daxuyaniyê de hate gotin, "Em amadekariyê dikin ku belgeya bangawaziya li demokrasiyê di 27'ê Îlonê de eşkere bikin." -
Li Îranê bi mezinahiya 5.2 pileyî erd hejiya
Li Eyaleta Razavî Xorasanê ya li bakur rojhilatê Îranê, bi mezinahiya 5.2 pileyî erd hejiya. -
DMME dosyaya li ser tecrîdê 10 sal in radiwestîne
Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Serbay Koklu anî ziman ku DMME hin dosyayan di nava du salan de yan jî herî zêde di nava 7 salan de bi encam dike, lê belê dosyaya têkildarî tecrîda li Îmraliyê 10 sal in radiwestîne. -
ROJEVA 13'Ê ÎLONA 2021'Ê
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û cîhanê. -
Xizmên girtiyan: Em tecrîdê qebûl nakin
Xizmên girtiyan li ber Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê çalakî kirin û daxwaza rakirina tecrîdê û bidawîbûna binpêkirinên mafan kirin. -
Greva birçîbûnê ya li girtîgehan hate bidawîkirin
Denîz Kaya li ser navê girtiyên PKK’yî û PAJK’î daxuyanî da û diyar kir ku ji îro û pê ve wan çalakiya greva birçîbûnê ya li girtîgehan bi dawî kirine. -
Komeleya 78'an: Hişmendiya êşkenceyê ya 12'ê Îlonê didome
Komeleya 78'an li ber Girtîgeha Amedê kom bû û diyar kir hişmendiya 12'ê Îlonê didome. -
Rêveberê ÎHD'ê Tuyben hat destgîrkirin
Hêzên dewleta Tirk serê sibehê li Mersînê avêtin ser mala rêveberê ÎHD'ê Tahîr Tuyben û ew destgîr kirin. -
HDP: Aqilê 12'ê Îlonê îro desthilata AKP-MHP ye
HDP'ê di salvegera 12'ê Îlonê darbeya leşkerî ya faşîst de daxuyanî da û got yê ku îro aqilê darbeyê ye û darbeyê bi cih tîne desthilata AKP-MHP ye. -
HBDH: Em ê tarîtiya 12'ê Îlonê ji holê rakin
Tevgera Şoreşê ya Yekbûyî ya Gelan (HBDH) bi wesîleya salvegera darbeya faşîst a 12'ê Îlona 1980'î daxuyaniyek da û diyar kir ku wê tarîtiya 12'ê Îlonê ji holê rakin. -
KNK'ê bang li Îranê kir: Dest ji gef û êrişan berde, dest bi diyalogê bike
KNK'ê êrişên Îranê şermezar kir û bang lê kir ku dest ji gef û êrişan berde, ji bo çareseriya pirsgirêkan bi hêzên Kurdistanî re diyalogê bike. -
Beştaş: Partiya me bi tena serê xwe dikare bigihêje rêjeya ji sedî 15'an
Serokwekîla Koma HDP'ê Beştaş daxistina benda hilbijartinê ji bo asta ji sedî 7'ê nirxand û got, "Partiya me bi tena serê xwe dikare bigihêje asta ji sedî 15'an. Em nabêjin illehî divê tifaqê bikin. Em partiya xwe xurt dikin û têkoşîna xwe dewam dikin." -
ROJEVA 12'Ê ÎLONA 2021'Ê
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Ji bo 72 çalakvanên ku dest bi greva birçîbûnê kirinî bang hat kirin
Hate ragihandin ku rewşa tendirustiya 72 girtiyên Behdînanê ku ji 6’ê Îlonê dest bi greva birçîbûnê kiribûn nebaş e û bang li rayedaran hat kirin. -
Polîsan Kiliçarslan a HDP’î revandin û gef lê kirin
Hevseroka HDP’ê ya Sîncanê Fatma Kiliçarslan ji aliyê polîsên Tirk ve hate revandin û gef lê hate kirin. -
DAÎŞ’ê êrîşî gundê Xetab a Mexmûrê kir: 4 kuştî, 8 birîndar in
Çeteyên DAÎŞ’ê êrîş bire ser gundê Xetab a girêdayî navçeya Mexmûr a ser bi Mûsilê û di encamê de 4 hêzên ewlekariyê mirin, 8 sivîl jî birîndar bûn. -
Zarok ji mafê bingehîn ên jiyanê û ewlekariyê bêpar in
Endama Komîsyona Mafê Zarokan a ÎHD’ê ya Stenbolê Meletm Akboga a mirina Mîraç Mîroglû û qezayên wesayîtên zirxî yên hema bêje li bajarên Kurdan bûne karek ji rojane, nirxand, bal kişand ser polîtîkaya bê cezatiyê. -
Berxwedana girtiyan a ji bo azadiya Ocalan kete roja xwe ya 289’an
Berxwedana girtiyên azadiyê ya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 27’ê Mijdara 2020’ê dabû destpêkirin di roja 289’an de bi biryardarî didome. -
ROJEVA 11'Ê ÎLONA 2021'Ê
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Ciwanên HDP'yî li dijî 'pêgirîbûnê' kampanya dan destpêkirin
Meclîsa Ciwanan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), bi dirûşmeya, ''Em heq ji pêgirîbûnê derkevin, jiyana nû ava bikin'' kampanya dane destpêkirin. -
Di meha 71'ê de bîranîna Komkujiya Gar a Enqereyê
Di meha 71'ê ya Komkujiya Garê de ku li Enqereyê di 10'ê Cotmeha 2015'an de 109 kes hatin kuştin, çalakiyeke bîranînê hate lidarxistin. -
Hevserokê DBP'ê yê Wanê: Li girtîgehan êşkence sîstematîk bûye
Hevserokê HDP'ê yê Wanê Çetîn Uyar got li girtîgehan êşkenceya li ser girtiyên siyasî yên ketine grêva birçîbûnê bûye sîstematîk.