Di meha 71'ê de bîranîna Komkujiya Gar a Enqereyê
Di meha 71'ê ya Komkujiya Garê de ku li Enqereyê di 10'ê Cotmeha 2015'an de 109 kes hatin kuştin, çalakiyeke bîranînê hate lidarxistin.
Di meha 71'ê ya Komkujiya Garê de ku li Enqereyê di 10'ê Cotmeha 2015'an de 109 kes hatin kuştin, çalakiyeke bîranînê hate lidarxistin.
Kesên ku di komkujiya Gara Trenê ya Enqereyê de di encama êrişa bombeyî de jiyana xwe ji dest dan hatin bîranîn.
Xizmên kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dan û birîndar tevlî bîranînê bûn.
Di bîranînê de ku dirûşma "Roj wê bê kujer wê hesab bide" hate qîrîn. Seroka Komeleya Aştiyê ya 10'ê Cotmehê Mehtap Sakîncî Coşkûn bi wesîleya sala 6'an a komkujiyê bang li pêkhateyên ked û demokrasiyê kir.
Coşkûn got, "Di dawiya sala 6'an de baweriya me bi sîstema dadgeriyê ya Tirk tune bûye. Em di meha 71'ê de ne. Di pêvajoya heta niha de divê daxwazên me bi rengekî eşkere bê fêhmkirin."
Coşkûn got, "Weke mirovên ku ders ji aqûbeta Madimakê derxistine, ji bo doza 10'ê Cotmehê nebe dozeke Madimakê, divê çi ji destê me bê em bikin. Ev pêvajo divê bi çêkirina bîrdariyê dest pê bike. Divê êşa me êdî bê dîtin. Heta ku komkujiya 10'ê Cotmehê neyê ronîkirin wê mafê kesên jiyana xwe ji dest dane li naverastê bimîne."