ROJANE
Hemû Nûçe
-
Guneş Gumuş: Gelê Kurd wê biryarê li ser têkoşîna xwe bide
Seroka Giştî ya Partiya Kedkaran a Sosyalîst Guneş Gumuş anî ziman ku tenê Kurd dikarin biryarê bidin bê têkoşîneke çawa bimeşînin. -
Delîl Zîlan: Projeya Rêber Apo firsendeke mezin e
Rojnamevan Delîl Zîlan, peymana li Şamê weke destketiyeke mezin nirxand û destnîşan kir ku projeya Rêber Apo ji bo tevahiya Rojhilata Navîn firsendeke mezin e. -
Ozdemîr: Azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan divê pêk were
Parêzer Mehdî Ozdemîr diyar kir ku pêvajo ji bo aştiya civakî girîng e û anî ziman, ji bo rêveçûna erênî ya pêvajoyê divê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk were. -
ROJEVA 16'Ê ADARA 2025'AN
Sernavên sereke yên ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Rêveberiya Xweser agirê Newrozê pêxist û peyama yekîtiyê da
Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li pêş avahiya rêveberiyê ya li Reqayê agirê Newrozê pêxist û peyama yekîtiyê da. -
DEM Partî bi rojeva ‘pêvajoyê’ serdana DÎSK’ê kir
DEM Partî piştî banga dîrokî ya Rêber Apo hevdîtinên xwe yên bi saziyên sivîl re didomîne. Di vê çarçoveyê de DEM Partî serdana DÎSK’ê kir. -
Divê girtiyên nexweş bên berdan!
Li Enqere û Stenbolê bal kişandin ser rewşa girtiyên nexweş Mehmet Emîn Vural û Abdulmenaf Aytaç û tehliyeya wan hate xwestin. -
Di ‘Konferansa Rojhilata Navîn û Aştiyê’ de aştî û çareserî tê nîqaşkirin
3’yemîn Konferansa Rojhilata Navîn û Aştiyê’ ku dê du roj bidome, destpê kir. Di konferansê de behsa rola Rêber Apo ya di pêvajoyê de hat kirin û hat destnîşankirin ku ji bo aştiyê tenê bêdengbûna çekan têr nake. -
Li Qada Galatasaray aqûbeta Yusuf Erîştî hate pirsîn
Dayikên Şemiyê di çalakiya xwe ya 1042’yemîn de aqûbeta Yusuf Erîştî pirsîn ku beriya 34 salan di binçavan de hate windakirin. -
Xizmên windayan ji faîlan hesab pirsî
Di çalakiyên xizmên windayan ê ku li Amed, Êlih, Colemêrg û Îzmîrê pêk hatin de, ji faîlan hesab hate pirsîn. Di çalakiyan de bal kişandin ser girîngiya banga Rêber Apo jî. -
CÎK: Komkujiya Helebce di dîroka mirovahiyê de lekeyek reş e
Civaka Îslamiya Demokratîk (CÎK) di derbarê 37’yemîn salvegera komkujiya Helepce de daxuyanî da û li hemberî êrîşan banga yekitiya netewî kir. -
Yaşar Guler êrîşên ku tevî agirbestê jî dewam dikin, parast
Yaşar Guler têkildarî pêvajoyê daxuyanî da. Guler êrîşên artêşa Tirk ên ku tevî biryara agirbestê ya PKK’ê jî dewam dikin, ji nedîtî ve hat û ev tişt dubare kir: “Divê çekên xwe radest bikin.” -
Prof. Bozarslan: Hemû hîpotezên Tirkiyê yên li ser Rojava hilweşiyan
Prof. Hamît Bozarslan, diyar kir ku hemû hîpotezên Tirkiyeyê yên derbarê Rojava de têk çûne û got, “Eger rêgezên vê peymanê werin bicihanîn, ev yek wê ji bo Kurdan bibe destketiyeke mezin.” -
Nesrîn Nas: Divê desthilatdarî baweriyê bide civakê
Prof. Nesrîn Nas anî ziman ku ji bo fikarên civakê ji holê werin rakirin divê desthilatdarî dev ji polîtîkayên xwe yên cihêkirinê berde û baweriyê bide civakê. -
Celal Firat: Peyman ji bo hemû gelan derbasdar e
Parlamenterê DEM Partiyê Celal Firat anî ziman ku peymana ku di navbera QSD û rêveberiya Şamê de hatiye îmzekirin, ji bo hemû gel û baweriyên li Sûriyeyê û bi taybet ji bo Elewiyan derbasdar e û wiha axivî: “Her kes wê bi hebûn û nasnameya xwe hebe.” -
Parêzer Îbrahîm Bîlmez: Tecrîd hê berdewam dike
Her çend ev demeke Heyeta DEM Partiyê diçe Girava Îmraliyê jî, tecrîda li ser Rêber Apo dewam dike. Ji parêzerên Rêber Apo, Îbrahîm Bîlmez diyar kir ku wan ji bo hevdîtinên hefteyane serlêdan kirine, lê belê wan hê jî bersivek nestandiye. -
ROJEVA 15’Ê ADARA 2025’AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistan û Cîhanê -
Serokwezîrê Iraqê: Emîrê DAÎŞ'ê yê Iraq û Sûriyeyê hat kuştin
Serokwezîrê Iraqê Sûdanî ragihand ku Ebdullah Mekî Mûslih Refêî yê ku weke emîrê Iraq û Sûriyeyê tê nasîn kuştine. -
KON-MED’ê ji bo Newroza Frankfurtê li hev civiya
Li Frankfurtê ji bo amadekariyên Newroza ku wê di 29’ê Adarê de bê lidarxistin, civîn hate lidarxistin. -
KCK: Dayika Sakîne yekem şehîda pêvajoya ‘’Aşitî û Civaka Demokratîk’’ e
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê, Sakîne Arat a di 91 saliya xwe de jiyana xwe ji dest da û yek ji keseyeta sembol a Dayikên Aşitiyê bû, bi bîr anî û got: ‘’Dayika Sakîne, yekem şehîda pêvajoya ‘’Aşitî û Civaka Demokratîk’’ e." -
Li Stenbolê ji bo HDK û Lihevkirina Bajêr çalakî hate lidarxistin
Hêzên Aştî û Demokrasiyê yên Kedê yê Stenbolê zextên polîs û darazê yên li ser HDK û Lihevkirina Bajêr şermezar kirin. -
Li Moskowayê têkildarî çand, dîrok û zimanê Kurdî semîner hat lidarxistin
Li paytexta Rûsya Moskowayê ji bo xwendekarên dibistana siyasetmedarên ciwan semînerek hat lidarxistin. Semîner di derbarê çand, dîrok û zimanê Kurdî de hate dayîn. -
Li Curnê Reş agirê Newrozê: ‘Em rêxistiniya xwe mezin bikin’
Li navçeya Curnê Reş a Rihayê agirê Newrozê hate vêxistin. Parlamenter Omer Ocalan got, “Em ê li her derê rêxistiniya xwe mezin bikin.” -
Ahmet Însel: Pêdiviya civakê bi têkiliyên rû bi rû hene
Prof. Dr. Ahmet Însel, anî ziman ku aştî û demokrasî ji hev ne cuda ne û destnîşan kir ku aştî wê di aliyê aborî û civakî de aramiyê çêbike û got, divê rû bi rû ji civakê re ev yek bê vegotin. -
Îtîraza girtiyê nexweş Mehmet Saît Yildirim hate redkirin
Tahliyeya girtiyê nexweş Mehmet Saît Yildirim (73) ku li Girtîgeha Girtî Tîpa F a Hejmar 1 a Kiriklar a Îzmîrê tê ragirtin, ji bo 9 mehan hate taloqkirin. Li hemberî vê yekê îtîraz hate kirin.