ROJANE
Hemû Nûçe
-
Li Arnhemê aktîvîteya piştgiriyê ya ji bo Sûr, Cizîr, Şirnex û Nisêbînê
Li Hollandayê bajarê Arnhemê aktivîteyek ji bo malbatên Sûr,Cizîr, Şirnex û Nisêbîn ên di encama êrîşên artêşa Tirk de ziyanên mezin gihiştinê hate lidarxistin. -
NAV-YEK: Gundê Xerabê Bava ne bi tenê ye!
NAV-YEK’ê bi daxuyaniyeke nivîskî êrîşên artêşa Tirk a li ser gundê Xerbê Bava şermezar kir û li dijî êrîşên qirkirinê banga yektiyê kir. -
Demîrtaş: Em çok nadanin, em ê li ber xwe bidin!
Demîrtaş di rûniştina dozê de got: “Em çok nadanin. Em di hucreyan de jî bin, em ê rûmeta gelê xwe temsîl bikin û biparêzin. Em hemû temenê xwe di zindanê de derbas jî bikin, dev ji berxwedanê bernadin.” -
Terora dewleta Tirk a li Nisêbînê li bajarê Stockholmê hat şermezarkirin
Terora dewleta Tirk a li gundê Xerabê Bava yê Nisêbînê, li paytexta Swêd Stockholmê bi du çalakiyên cuda hat şermezarkirin. -
Cenevre-4 bêyî Kurdan dest pê kir
Hevdîtinên Cenevre-4, bi navê 'lêgerîna li çareseriyeke siyasî ya li Sûriyeyê' di bin çavdêriya NY de dest pê kir. Kurd ji bo vê civînê nehat vexwendin. Rejîm, hin komên 'mûxalîf' û Koma Desteka Sûriyeyê ya Navneteweyî tevlî dibin. -
Li Kanada, Elmanya û Fransayê ji bo Xerabê Bava çalakî hatin lidarxistin
Li Kanada, Elmanya û Fransayê, êrîşên dewleta Tirk ên li gundê Xerabê Bava yê Nisêbînê hatin şermezarkirin. -
Balafirgeha Mûsilê hat rizgarkirin
Hêzên antî terorê yên Iraqê, ku danê sibehê Balafirgeha Mûsilê û Baregeha Leşkerî ya Xezlanê ku li rojavayê Mûsilê ye dorpêç kirin, her du cih ji DAIŞ'ê rizgar kirin. -
Li Atînayê, siberoja Sûriye û Rojava hat nîqaşkirin
Hevserokê PYD'ê Salih Muslim got, "Çareseriya li Sûriyeyê federasyona demokratîk e. Yekane rêya ku yekparebûna Sûriyeyê biparêze, ev e." -
Serokê PES'ê: Em bi HDP'ê re ne
Serokê Partiya Sosyalîstên Ewropayê (PES) Stanîshev destnîşan kir, ku li dijî êrîşên AKP/Qesrê ew bi HDP'ê re ne. -
Komkujiya Parîsê: Malbatan gilî kirin
Malbatên sê şoreşgerên Kurd ên li Parîsê hatin kuştin, ji bo lêpirsîna piştî mirina bi guman a kujer hat girtin bidome, gilî kirin. -
Platforma NA ya li Fransayê xebatên xwe zêde kir
Koordînasyona Platforma NA ya Fransayê li Parîsê li hev civiya û plansaziya xwe ya dema pêş diyar kir. -
Nivîskarê heval Marcello: Şoreşa Rojava hêviya me hemûyan e
Nivîskarê pirtûka "Heval Marcello" şoreşgerê Îtalyayî Franceschî li Rojava vegeriya. Franceschî ku tevlî şerê li dijî DAIŞ'ê bû, got "Şoreşa Rojava tê wateya hêvî ye; hêviya ji bo cîhaneke baştir." -
Hevseroka SYKP a hatibû binçavkirin, hat berdan
Hevseroka SYKP'ê Tulay Hatîmogûllari danê sibehê hat binçavkirin. bi hinceta ku derketina derveyî welat lê hatiye qedexekirin pasaporta wê hat desteserkirin û piştre hat berdan. -
Li Iraqê êrîşên bombeyî: 4 mirî, 9 birîndar
Li navçeya Xalîs a Diyalayê, sê êrîşên bombeyî li benda kontrolê ya Uzemê hat kirin û di encamê de 4 wezîfeydarên ewlekariyê mirin, 9 jî birîndar bûn. -
Dor li balafirgeha Mûsilê hat girtin
Artêşa Iraqê, ji bo rizgarkirina balafirgeha li rojavayê Mûsilê û baregeha leşkerî dest bi operasyonê kir. -
Li Nantesê panelek li ser rewşa li Kurdistanê hat lidarxistin
Li bajarê Nantes ê Fransayê, di çarçoveya çalakiyên Hefteya Berxwedanê de, panelek li ser mijarên Rojava û terora dewleta Tirk a li gelemperiya Kurdistanê hate lidarxistin. -
Ji bo Xerabê Bava li Viyana, Zurîch û Stûttgartê çalakî hatin lidarxistin
Li dijî komkujiyên li gundê Xerabê Bava tê kirin, li bajarê Viyana yê Awûstûryayê, bajarê Stûttgart ê Elmanyayê û bajarê Zurîch ê Swîsreyê xwepêşandan hatin lidarxistin. -
Li 7 bajarên Ewropayê ji bo Xerabê Bava çalakî hatin lidarxistin
Li bajarên Strasboûrg, Dortmûnd, Hagen, Mannheîm, Dûîsbûrg, Bregenz û Baselê, bi armanca şermezarkirina, komkujiya li gundê Xerabê Bava çalakî hatin lidarxistin. -
Li Dusseldorfê çalakiya edaletê hat lidarxistin
Ji bo şoreşgerên Kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên di 9'ê Çileya 2014'an de li Parîsê hatin kuştin, li bajarê Dusseldorf ê Elmanyayê çalakiya 'lêgerîna li edaletê' hate lidarxistin. -
Li Lînzê Kurd, Elewî û Sosyalîst ji bo 'NA' li hev civîyan
Li bajarê Lînzê ji bo ku di referandûmê de NA bi hêz derbikeve Kurd, Elewî, Çepgir û Sosyalîst hatin gel hev. -
Li Enqere, Çewlîk û Xarpêtê: 24 kes hatin girtin
Li Enqere, Çewlîk û Xarpêtê, di çarçoveya operasyonên qirkirina siyasî de 24 kes hatin girtin. -
Yuksekdag: Em ji berxwedana xwe gav paş ve navêjîn
Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag têkildarî betalkirina parlamenteriya xwe peyamek şand. Yuksekdag got: " Wê gelê me bersiva herî baş di referandûmê de bi gotina ‘NA’ wê bide.” -
KOMAW: Em dibêjin 'NA'
Saziya Malbatên Winda û Şehîdan a Ewropa (KOMAW) bi daxuyaniyekî nivîskî ragihandin ku wê ji bo referandûma 16'ê Nîsanê bê lidarxistin re bêjin 'NA'. -
Welatiyên Hesekê 2 şervan oxir kirin
Welatiyên Hesekê cenazeyên 2 şervanên Meclîsa Leşkerî ya Dêre Zorê ku di Pêngava Xezeba Firatê de jiyana xwe ji dest dabûn hatin oxirkirin. -
Li Norweçê platforma 'NA'
Kurdistanî û dostên wan ên li Norweçê platforma 'NA' ava kirin.