ROJANE
Hemû Nûçe
-
Li Denizlî hêviya ji 'NA' mezin e
Hêzên demokrasiyê yên li Denizlî dibêjin ji ber sedema qelşa di MHP’ê de, têkçûna turîzmê, rewşa xirab a tekstîlê û rejîma zextê wê surprîzekê li AKP û MHP’ê bikin. -
Çalakiyên li Ewropayê yên ji bo berxwedana zindanan dewam dikin
Çalakiyên li Ewropayê, ku ji bo xwedîderketina li grevên birçîbûnê yên li girtîgehên Tirkiyeyê tên lidarxistin, roj bi roj zêde dibin. Li gelek bajaran grevên birçîbûnê, mîtîng û meş tên organîzekirin. -
'Divê em hîn bi xurtî xwedî li grevên birçîbûnê derkevin'
Kurdistanî û dostên wan ên li ber avahiya Parlamenta NRW a li bajarê Dusseldorf ê Elmanyayê di greva birçîbûnê de ne, ji bo xwedîderketina li berxwedana greva birçîbûnê bang kirin. -
TJK-E û KCDK-E ji bo çalakiyên 15'ê Nîsanê banga tevlîbûnê kirin
TJK-E û KCDK-E: Em bang li Kurdan û jinên Kurd ên li Ewropayê, her wiha dostên xwe û hêzên demokratîk-çep-sosyalîst dikin, ku tevlî çalakiyên roja 15'ê Nîsanê bibin. -
8 kes hatin girtin û 10 jî hatin binçavkirin
Ji 19 kesên ku li navçeya Pasûr a Amedê hatibûn binçavkirin 8 jê hatin girtin, 6 kes din hatin binçavkirin.Li navçeya Hezex a Şirnexê jî di operasyona ji ber torên civakî de jî 4 kes hatin binçavkirin. -
Girtiyên ketine greva birçîbûnê hatin sirgûnkirin
Li Girtîgeha Tîpa D a Amedê, 6 girtiyên siyasî yên ku ketin greva birçîbûnê hatin sirgûnkirin. -
Rêveberê HDP’ê yê rêxistina navçeya Bagcilarê Ovenç jiyana xwe ji dest da
Rêveberê HDP’ê yê rêxistina navçeya Bagcilarê Rikret Ovenç ê dema ku li Bagcilarê xebatên ‘NA’ birêve dibir, kirîza dil derbas kir, jiyana xwe ji dest da. -
Li 3 welatan ji bo girtiyan çalakî
Li Swîre, Awûstûralya û Elmanyayê, ji bo girtiyên ketine greva birçîbûnê çalakî hatin lidarxistin. -
Gelo çima kîsên dengan ên Elmanyayê çiriyayî bûn?
Derket holê ku roja HDP’yiyan li Elmanyayê herî zêde deng dan, AKP’yiyan li ser sindoqan fen û fût kirine. -
Yildirim: Bila ti gumanên we nebin; em ê bi ser bikevin!
HDP, çend roja mayî ji referandûmê re li Qada Îskele ya Kadikoyê bi gel re civiya. Parlementerê HDP’ê Yildirim ê ku bang li gelê ku bi alên ‘NA’ û ‘Hayir’ herikîn qada Kadikoyê ev peyam da: “Em ê bi ser bikevin; bila gumanên we nebin.” -
Peyama girtiyan: Heta dawiyê em ê li ber xwe bidin!
5 girtiyên di Girtîgeha Dîlokê de biryar dan ku çalakiyên greva birçîbûnê weke bêdem û bêdorveger bidomînin û diyar kirin ku ew ê heta dawiyê li ber xwe bidin. -
Greva birçîbûnê ya li ber Konseya Ewropayê destpê kir
Ji bo piştgirî ji grevên birçîbûnê yên li Tirkiyeyê re bê dayîn ku di roja 58'an de ne, li ber avahiya Konseya Ewropayê ya li Strasboûrgê greva birçîbûnê destpê kir. -
Demîrtaş: Belkî jî wê dengê we karibe qedera civakê biguherîne
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Demîrtaş beriya referandûmê peyamek şand û banga çûna li ser sindoqan kir û got, "encam çi dibe bila bibe wê alîgirên azadî û wekheviyê çeperên xwe xurt bikin." -
Çalakiyên greva birçîbûnê belav dibin
Çalakiyên greva birçîbûnê bi tevlêbûnên nû berdewam dikin. Girtiyên li Mûgla û Baybûrtê jî ketin greva birçîbûnê. -
Rêxistinên tenduristiyê û mafên mirovan: Divê vîtamîna B1 ji girtiyan re bê dayîn
Rêxistinên tenduristiyê û mafên mirovan, li ser girtiyên di greva birçîbûnê de ne daxuyaniyek dan. Rêxistinan xwestin, vîtamîna B1 ji sedî sed ji girtiyan re bê dayîn. -
Li Roma û Den Haagê çalakiyên destekdayinê yên ji bo grevên birçîbûnê bidomin
Li Den Haag a Hollandayê û paytexta Îtalya Romayê çalakiyên destekdayinê yên ji bo grevên birçîbûnê didomin. Ji bo meşa ku dawiya hefteyê li Den Haagê wê were kirin banga tevlêbûnê hate kirin. -
Tirsa ji dengê 'NA': Li sê bajaran bi dehan kes hatin binçavkirin û girtin
Li Edene û Mersînê bi dehan kes hatin binçavkirin. Li Dersîmê jî 16 kes hatin girtin. -
Parêzer ji bo biçin hevdîtina Ocalan serî li wezaretê dan
Buroya Hiqûqê ya Sedsalê, ji bo biçin hevdîtina Ocalan û 3 girtiyên din, serî li wezaretê dan. -
Yuksekdag: Dengê 'NA' wê bi ser bikeve
Yuksekdag di rûniştina dozê de axivî û got, di referandûmê de wê dengê 'NA' bi ser bikeve. -
Li Enqereyê jî malbatan dest bi greva birçîbûnê kirin
Desteka ji bo grevên birçîbûnê yên girtiyan didome. Li Enqereyê jî malbatan dest bi greva birçîbûnê kirin. Li Wanê jî, komeke nû greva birçîbûnê dewr girt. -
NY hişyarî da: Eger dengê 'Erê' bi ser bikeve, wê mafên mirovan hîn bêhtir bên binpêkirin
Raportorên Taybet ên NY gotin, pêkhatina referandûmê di nava şert û mercên Rewşa Awarte de cihê fikaran e û hişyarî dan, ku eger dengê 'Erê' bi ser bikeve, wê hîn bêhtir mafên mirovan bên binpêkirin. -
Li 20 girtîgehan zêdeyî 200 girtî di grevê de ne
Grevên birçîbûnê yên girtiyên siyasî mezin dibin. Zêdeyî 200 girtî li 20 girtîgehan di grevê de ne. Greva birçîbûnê ya li Şakranê di roja 58'an de ye. -
'Li dijî komkujiyan û ji bo azadiya xwe em bibêjin, NA'
Nivîskar Recep Maraşli û Serokê Enstîtûya Kurd a Brukselê Derwêş Ferho li dijî polîtîkayên komkujî û asîmîlasyonê di serî de gelê Kurd bang li hemû gelan kirin ku di 16’ê Nîsanê de dengê 'NA' bidin. -
Wekîlên Şirnexê: Em di 16’ê Nîsanê de bersiva xwe bidin!
Wekîlên HDP’ê yên Şirnexê Sariyildiz û Bîrlîk bang li gelê Şirnexê kir ku di 16’ê Nîsanê de biçe ser sindoqan. -
Wezîrê Elman ji bo Erdogan got: Ev kes bêhna mirovan teng dike
Li Elmanyayê, ku tevî hemû zext, zordarî û komkujiyên salên dawî piştgirî ji hikûmeta AKP'ê re hate dayîn, gotinên Wezîrê Maliyeyê yên li dijî Erdogan di rojevê de ye.