ROJANE
Hemû Nûçe
-
Bi fona AKP xapandina 'erê'
Li Wanê, AKP’yî tên cem kesên ku li ber Fona Alîkariyê ya Sosyal, formên di destê xwe de nîşan didin, dibêjin, "bibêjin 'erê' û bi ser bikevin. Vê formê dagirin, piştî referandûmê em ê bi we re alîkar bin." -
FAO: 7 mîlyon mirovên li dora Gola Çadê birçî ne
Rêxistina Çandinî û Xurekê ya Neteweyên Yekbûyî (FAO) ragihand, li herêma Gola Çadê ya Afrîkayê, bi mîlyonan mirov birçî ne û ji bo girtina tedbîrên lezgîn, bang kir. -
Parlamenterên ji 9 partiyên Hollandayê xwestin HDP'yî bên berdan
Parlamenta Hollandayê jî piştgirî da parlamenterên HDP'ê ku ji aliyê dewleta AKP'ê ve hatine girtin. Gelek parlamenterên çepgir û rastgir, ji bo azadiya parlamenterên HDP'yî çalakî lidar xistin. -
Wêneyên ku Erdogan aciz kir, bûn pirtûk
Wêneyên pêşangeha ku Serokkomarê Tirk Erdogan jê aciz bû, niha jî bûn pirtûk. -
Li nêzîkî otobusa Tîma Fitbolê ya Borûssîa Dortmûndê teqînek pêk hat
Li bajarê Dortmûn ê Elmanyayê l i nêzîkî otobûsa tîma fitbolê ya Borûssîa Dortmûndê teqînek pêk hat. Di teqînê de kesek birîndar bû. -
Qeyûm Parka Aştiyê hildiweşîne
Li Qelqeliyê ya Wanê yek ji cihê ku şîn mayî Parka Aştiyê bi biryara Qeyûm tê hilweşîn. Qeyûm ê ku dest bi kar kirî, karê yekem darên li parkê jê kirin. -
Li Romayê piştgiriya çalakiyê greva birçîbûnê dewam dike
Li paytext Romayê piştgiriya bi çalakiya greva birçîbûnê re didome. -
Li Hollandayê û Elmanyayê ji bo girtiyan çalakî hatin lidarxistin
Kurdistanî û Tikiyeyiyên ku li Hollanda û Elmanyayê dijî jî, piştgirî dan çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyan. -
Li pêşiya Girtîgeha Şakranê çalakî: Bila daxwaz werin qebûlkirin
Ji bo balbirina ser rewşa girtiyên siyasî yên di greva birçîbûnê de li pêşiya Girtîgeha Şakranê daxuyanî hat dayîn. Bang li raya giştî hat kirin ku bila deng bidin girtiyên siyasî û bang li hikumetê jî hat kirin ku bila daxwazan qebûl bike. -
Çalakiya greva birçîbûnê ya malbatan belav dibe!
Malbatên girtiyan, ji bo piştgirî bidin grevên birçîbûnê yên li Girtîgehan de, li Wanê û Stenbolê dest bi greva birçîbûnê kirin. -
Li Antalya û Enqerê operasyonên qirkirina siyasî
Li Antalyayê 5 û li Enqereyê jî 7 kes hatin binçavkirin. -
Ji Demîrtaş peyamên referandûmê
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş ji bo referandûma 16’ê Nîsanê ji bo hemû Tirkiyê peyam şandin. Her sê peyamên Demîrtaş ên di 10'ê Nîsanê de hatin şandin, ji aliyê Navenda Giştî ya HDP’ê ve hatin weşandin. -
Dayê Ûveyş li ser gora xwe hate bi bîr anîn
Diya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Ûveyş Ocalan, li ser gora xwe hate bibîranîn. -
Dorpêçkirina Tebqayê: Li eniya rojhilat şer giran e
Li rojavayê navenda bajarê Tebqayê, di navbera şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) û çeteyên DAIŞ'ê de şerekî dijwar diqewime. Wesayîteke bombebakirî ya çeteyan hate rûxandin. -
Li Girtîgeha Kandirayê ya Kocaeliyê greva birçîbûnê
Girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Kandirayê ya Kocaeliyê dest bi greva birçîbûnê ya 5 rojan a bi dorveger kirin. Hevşaredara Dersîmê Nûrhayat Altûn jî di nav çalakvanên greva birçîbûnê de ye. -
Parlamenter Encu ji gelê Botanê xwest dengê NA bide
Parlamenterê Şirnexê yê HDP'ê Ferhat Encu ku girtî ye, nameyek ji gelê Şirnexê re şand û got, "Ji bo ser bêhiqûqiyê neyê girtin, ji bo demokratîk neyê tevizandin, em bêjin NA." -
Malbatên di grevê de ne: Hûn çawa dikarin wiha bêdeng bin?
Ji bo desteka greva birçîbûnê ya ku ev 56 roj in li Girtîgeha Şakranê dewam dike, malbatên Îzmîrê jî dest bi greva birçîbûnê kirin. Malbatan gotin, "Hûn çawa dikarin ev qas bêdeng bin?" -
HDK-Ewropa: Em meydanan ji çeteyên Erdogan re nehêlin!
HDK-Ewropayê, bi dirûşma 'em li dengê xwe yê NA xwedî derkevin' bang kir, ku meydan werin tijekirin. -
Ciwanên Azad: 13'ê Nîsanê em deng bidin grevên birçîbûnê!
Ciwanên Azad ji bo balê bikişînin ser grevên birçîbûnê yên li girtîgehên Tirkiyeyê, ku ketin roja 56'an, wê roja 13'ê Nîsanê li Strasborûgê çalakiyê çêbike. Ciwanên Azad bang kir ku her kes tevlî bibe. -
Grevên birçîbûnê berfireh û mezin dibin
Grevên birçîbûnê yên bêdem-bêdorveger ên 187 girtiyên li 20 girtîgehan, roj bi roj mezin dibin. -
Nobedarên vê hefteyê koma ji Danîmarkayê ye
Çalakiya nobeda 'Azadî ji Ocalan re' ku li ber avahiya Konseya Ewropayê tê lidarxistin, di hefteya 251. de ye. Nobedarên vê hefteyê, koma ji Danîmarkayê ye. -
Konferansa 'Rabûna li ber Modernîteya Kapîtalîst' cara 3. tê lidarxistin
Konferansa bi navê "Rabûna li ber Modernîteya Kapîtalîst 3: Eşkerekirina Modernîteya Demokratîk-Berxwedan, Raperîn û Jinûve Avakirin", wê di navbera 14-16'ê Nîsanê de li Hambûrgê bê lidarxistin. -
Hatina penaberan ji bo Elmanyayê bi yek ji sê paran kêm bû
Di nava sê mehên destpêkê yên vê salê de, hejmara penaberên hatin Elmanyayê, li gorî heman serdema par, yek ji sê paran kêm bû. -
Li Fransayê di navbera penaberên Kurd û Afgan de şer derket
Li kampa bi navê Grande-Synthe ya li nêzî bajarê Dûnkerqûe yê Fransayê, di navbera penaberên Kurd û Afgan de şer derket. Hat ragihandin, nîvê kampê ji ber vî şerî şewitî ye. -
Li Ewropayê, çalakiyên ji bo grevên birçîbûnê zêde dibin
Ji piştgiriya grevên birçîbûnê yên girtiyên ji doza PKK û PJAK'ê, li gelek bajarên Ewropayê çalakî hatin lidarxistin.