ROJANE
Hemû Nûçe
-
Li Torosan di 10 sindoqan de hejmara dengan ji hilbijêran zêdetir derket
Li navçeya Torosan li dibistanekê di 10 sindoqan de ji hejmara hilbijêrên tomarkirî zêdetir deng derketin. -
Polîsan êrîşî girseya li pêşiya YSK'ê kombûyin kir
Têkildarî encamên bi guman ên referandûmê girseya gel li pêşiya avahiya YSK'ê kombûn, polîsan êrîşî girseyê kir. -
Raportora Parlementoya Ewropayê Pîrî: Em bi fikar li benda raporên AGÎT’ê ne
Şîroveya yekem a Yekîtiya Ewropayê ya li ser encamên ne fermî ya referandûma, îro ji aliyê Raportora Parlementoya Ewrûpayê Katî Pîrî ve hate kirin. Pîrî got: “Em bi fikar li benda raporên AGÎT’ê ne”. -
Girtiyên berxwedêr gotin “NA”
Girtiyên li Girtîgeha Kurkçulerê ya Edeneyê di greva birçîbûnê de ne bi 195 dengan gotin “NA”. -
Onder: Ji ser sindoqan veneqetin
Parlementerê HDP’ê yê Enqereyê Sirri Sureyya Onder got ku daneyên Ajansa Anadolûyê û yên Saziya Bilind a Hilbijartinê hevdu nagirin. -
Serokê sindoqan dengên bê mohr, mohr kir!
AKP, di fen û fûtên xwe yên hilbijartinê de sînoran nas nake. Serokê sindoqan pusulayên dengan ên bê mohr, mohra ‘Erê’ li ser dixe.! -
Navenda Giştî ya HDP’ê, manîpulasyonekî bi qasî 3-4 puanan heye
Di daxuyanaiya li ser hesabê Twîtter Navenda Giştî ya HDP’ê hate dayîn de, hat diyarkirin bê ku temaşeyî necaman bikin wê îtiraz bike. -
CHP: Li Stenbolê ji sedî 56, li Îzmîrê jî ji sedî 70.3 ‘NA’ li pêş e
Alîkarê Hevserokê Giştî yê CHP’ê Erdal Aksunger diyar kir ku, li Stenbolê ji sedî 56, li Îzmîrê jî ji sedî 70.3 ‘NA’ li pêş e. Aksunger bal bir ser vê yekê ku kanalên hin televîzyonan encaman manîpule dikin. -
Li Mêrsînê li edliyeya ku deng di hatin hilbijartin de elektirîk hate qûtkirin
Li Edliyeya Mêrsînê ya ku encamên referandûmê lê dihat hilbijartin, elektirîk hate qûtkirin. -
YSK, agahiyên têkildarî encama referandûmê qut kir
YSK’ê tora agahiyên têkildarî encamên referandûmê qût kir. -
Stenbolê got: NA
Li Stenbolê ji sedî 50.6’an dengê ‘NA’ bikaranî. -
Li girtîgehan ji sedî 80’ê dengê ‘NA’ derket
Girtiyên li girtîgehên Tirkiyeyê yên ku deng bi kar anîn, ji sedî 80’ê degê ‘NA’ bikar anîn. -
HDP: Sindoqan ne terikînin
HDP’ê bang kir ku sindoqan ne terikînin. -
Dengdayîna li gelemperiya Tirkiyeyê bi dawî bû
Dengdayîna referandûma 16’ê Nîsanê ya li gelemperiya Tirkiyeyê ku saet di 17'an de bi dawî bû. Hejmartina dengdana destpê kir. -
Li Stockholmê ji bo girtiyên di grevê de ne çalakî hate lidarxistin
Li paytexta Swêd Stockholmê, ji bo girtiyên di greva birçîbûnê ya bêdem-bêdorveger de ne, çalakiyek hate lidarxistin. -
Hevserok û parlementerên girtî li girtîgehê dengê xwe dan
Hevserokên giştî yên HDP û DBP’ê, 11 parlementer û 83 hevşaredaran li girtîgehê dengê xwe yê 'Na'yê dan. -
14 gerîla li Fransayê hatin bîranîn
Yûsûf Dogan (Ferhat Çem) û 13 gerîlayên li Dersîmê di operasyona 26'ê Adarê de jiyana xwe ji dest dan hatin bîranîn. -
Konferansa Modernîteya Demokratîk: Mirov dikare ji kapîtalîzmê bibihure
Di konferansa 'Modernîteya Demokratîk' a Hambûrgê de, di roja 3'an de jê bihurîna kapîtalîzmê û perspektîfên siberojê têne nîqaşkirin. -
Li Egeyê gel diçe ser sindoqan
Li bajarên Egeyê, danê sibehê dengdêran berê xwe dan ser sindoqan û dengê xwe didin. Li gelek bajaran eleqeyek mezin ji bo dengdanê heye. -
Çalakgerên li Strasboûrgê: Berxwedana zindanan berxwedana azadiyê ye
Greva birçîbûnê ya li pêşiya vahiya Konseya Ewropayê di roja 4. de ye. Çalakgeran gotin, berxwedana li zindanan berxwedana azadiya gelekî ye û bang li her kesî kirin, ku tevlî vê berxwedana azadiyê bibin. -
Gelê Cizîrê dorpêç rakir û ji bo ‘NA’ çûne ser sindoqê
Gelê Cizîrê ku hêzên dewletê kirine dorpêçê ji bo bibêjin ‘NA’ çûne ser sindoqê. -
Girtî: Mudaxile ne ya qebûlkirinê ye, em ê li ber xwe bidin!
Grevên birçîbûnê yên li girtîgehan di roja 61. de ne. Rêveberiya Girtîgeha Şakranê ragihand, ku ew ê 'bi zorê' mudaxileya tibî li girtiyan bike. -
Li Fransa û Kanada ji bo girtiyan destek
Kurdistaniyên li Fransa û Kanadayê dijîn, berxwedana girtiyên siyasî yên di greva birçîbûnê de slav dikin. -
Sînor ji zext û zordariyê re nîne: Dengê vekirî, lêdan, binçavkirin...
Zext û zordariya AKP'yiyan di dengdanê de bi rengekî bê sînor dewam dike. Dayina dengan bi awayekî vekirî, lêdan, girtin û binçavkirin çend ji van e... -
Bi dengdanê re zext û zordariya AKP'ê jî dest pê kir
Îxlala ku AKP ji destpêka kampanya referandûmê ve dike, îro jî dewam kir. Li Colemêrgê jî, welatiyên ku taxên wan hatin hilweşandin ji bo dayina dengê 'NA' çûn ser sindoqan.